Emîne Osê: Divê riska vegerandina bi darê zorê ya penaberan bê dîtin

Emîne Osê diyar kir ku îdiayên dewleta Tirk ên 'vegera dilxwazî' ya penaberên sûriyeyî dûrî rastiyê ne û got, divê hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî riska vegerandina bi darê zorê ya penaberan bibînin ku armanc jê guhartina demografîk a herêmê ye.

Emîne Osê: Divê riska vegerandina bi darê zorê ya penaberan bê dîtin
7 tebax, 2023   00:23
REQA-EHMED ESAF

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê bal kişand ser îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên têkildarî 'vegera dilxwazî' ya penaberên sûriyeyî û got, ev îdia ji rasiyê dûr in.

Dewleta Tirk a dagirker piştî hilbijartinên 28′ê Gulanê dest bi vegerandina bi darê zorê ya penaberên sûriyeyî û malbatên çeteyan ber bi herêmên dagirkirî wekî li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ve kir. Heta niha bi hezaran malbat û kesên iraqî li herêmên dagirkirî hatine bicihkirin.

Emîne Osê bi bîr xist ku di destpêka aloziya Sûriyeyê de dewleta Tirk a dagirker xwe wekî parêzvanê gelê Sûriyeyê û  hembêzekê germ ji bo sûriyeyên ku ji ber şer reviyane nîşan da.

Emîne Osê her wiha îşaret pê kir ku dewleta Tirk di dirêjahiya salên şerên li Sûriyeyê de dosyaya mirovî û dosya penaberên sûriyeyî bi kar anîn û ji bo pêkanîna planên xwe li Sûriyeyê dewletên ewropî û rêxistinên mirovî şantaj kir.  Emîne got: "Dewleta Tirk bi îdiaya ku ew dixwaze cihekî ji penaberan re peyda bike, dosyaya penberan weke kaxezeke zextê bi kar anî da ku herêmên Sûriyeyê dagir bike. Dewleta Tirk bi van îdiayan miqdareke mezin a pereyan qezenc kir.''

′RÊVEBERIYA XWESER NE LI DIJÎ VEGERA SÛRIYEYIYAN E′

Emîne anî ziman ku Rêveberiya Xweser ne li dijî vegera sûriyeyiyan e û diyar kir ku Rêveberiya Xweser di beyannameya çareserkirina krîza Sûriyeyê de ragihand ku got ew amade ye penaberan li Tirkiye û yên li welatên din pêşwazî bike.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber riska projeya dewleta Tirk a dagirker  hişyarî da û wiha anî ziman: "Dê guhartina demografîk ya bi demeke dirêj bi xwe re bîne. Guhertina demgorafîk jî wê bibe sedama fitne û şerekî mayînde. Her wiha dê dewleta Tirk van fitneyan bi kar bîne û xwe li van herêman ferz bike."

′DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ LI BER GUHARTINA DEMOGRAFÎK RABE′

Emîne Osê destnîşan kir ku divê rêxistinên navneteweyî û aliyên têkildarî krîza Sûriyeyê li hember guhartina demografîk ku dewleta Tirk pêk tîne rabe û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk dem dem vê kiryarî dubare dike da ku guhartina demografîk xwezayî û wekî ku astengî li pêşiya wê tunene, bide xuyakirin. Dewleta Tirk penaberan ne bi dilxwazî weke îdia dike, lê bi darê zorê vedigerîne ."

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê got, divê hêzên navnetweyî û rêxistinê hiqûqî riska vegerandina bi darê zorê ya penaberan a bi armanca guhartina demografiyaya herêmê û bandora wê ya dem dirê ji ser ewlehiya gelemperiya Sûriyeyê bibînin.

(fr)

ANHA