ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.08-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.08-2023
6 tebax, 2023   23:00

-Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, gelê Kurd bi avakirina tevgera rizgariyê ya bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan zindî bû. Şêniyan li dijî hêzên komploger banga serhildanê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pisporê çavkaniyên avê Terad Şêx Îbrahîm bal kişand ser aloziya avê ya li Hesekê û got, ''Eger bîr jî zuwa bibin wê pirsgirêk ji ya niha mezintir û xeternaktir çêbibe û wê metirsî hebin ku başûr heta bakurê bajarê bibe çol.'' Xwediyên tankerên avê jî got,  li hinek taxan bîr bi temamî zuwa bûne û asta ava bîrên din jî kêm dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker di meha Tîrmehê de 300 kes li kantona Girê Spî ya dagirkirî bi cih kirin.

- Jinên kantona Qamişloyê diyar kir ku bersiva herî xurt a li dijî zihniyeta baviksalar têkoşîn, xwerêxistinkirin û hevgirtin e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Emîne Osê diyar kir ku îdiayên dewleta Tirk ên vegera dilxwazî ya penaberên sûriyeyî dûrî rastiyê ne û got, divê hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî riska vegerandina bi darê zorê ya penaberan bizanibin ku armanc jê guhartina demografîk a herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- “Ez naxwazim vê êşê hîs bikim, ez dermanê xwe dixwazim da ku rihet bibim û hinekî razim” bi van gotinan nexweşên di bin dorpêça hikumeta Şamê de rewşa xwe vegotin û xwestin ku dawî li dorpêçê bê anîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongra Star a bajarê Hesekê li dijî qetilkirina jina bi navê Hîba Mihemed Xelef çalakiyeke protestoyî li ber mala hevjînê wê li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Firatê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin. Meş ji navçeya Şêranê ber bi navenda bajarê Kobanê ve tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê formunekê bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinan em jiyaneke azad diafirînin" li hola Zanîngeha Şerq a bajarê Reqayê li dar dixin, saet 09:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Qonaxa dawîn a pêşbirka "Nivîskarên Pêşerojê" ya zarokan li hola Beylesan a navçeya Amûdê tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Hemahengî û Şêwirî ya Partiyên Neteweyî yên li Sûriyeyê bi boneya Roja Şehîdan a Asuryan çalakiyekê li navçeya Til Temirê li dar dixe, saet 20:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA