Li Efrînê qirkirina xwezayî didome

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker agir berdan daristanên di navbera navçeyên Şiyê û Cindirêsê de.

Li Efrînê qirkirina xwezayî didome
6 tebax, 2023   19:23
ŞEHBA

Çavkaniyên xwecih, dane znaîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker daristanên gundê Hec Hasno yê navçeya Şiyê ya kantona Efrînê şewitandin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku şewatê daristanên devera di navbera Şiyê û Cindirêsê de da ber xwe û bi dehan dar şewitîn.

(bb)

ANHA