Ji konê sersaxiyê yê 4 şehîdan peyama tolhildanê

Bi hezaran kesî ji bo 4 şehîdên êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker sersaxî xwest. Di merasîmê de hate gotin, dê tolê ji dagirker, xayîn û sîxûran hilînin.

Ji konê sersaxiyê yê 4 şehîdan peyama tolhildanê
Ji konê sersaxiyê yê 4 şehîdan peyama tolhildanê
Ji konê sersaxiyê yê 4 şehîdan peyama tolhildanê
Ji konê sersaxiyê yê 4 şehîdan peyama tolhildanê
Ji konê sersaxiyê yê 4 şehîdan peyama tolhildanê
Ji konê sersaxiyê yê 4 şehîdan peyama tolhildanê
Ji konê sersaxiyê yê 4 şehîdan peyama tolhildanê
6 tebax, 2023   19:18
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo şehîdên YPG'ê Diyar Xelîl (Diyar Şoreş), Berzan Şêxmûs (Garzan Qamişlo), Ehmed Semo (Hêwa Qamişlo) û Aram Îbrahîm (Orhan Qamişlo) konê sersaxiyê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veda.

Bi hezaran kesî herikîn bin kon û sersaxî xwest. Di bin kon de bi navê Meclisa Mablatên Şehîdan a Qamişloyê Mihyedîn Hesen axivî. Hesen her çar şehîd û tevahî cangoriyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xwest.

Hesen her wiha bal kişand ser tevlîbûna mezin a merasîmê duh û yê îro yê her çar şehîdan û got: "Ev tevlîbûna nameya berxwedan û têkoşînê ji dagirkeran re ye ku ji bo qirkirina gelê me tevahî rêbazan bi kar tînin."

Mihyedîn Hesen anî ziman ku ew soz didin şehîdan û malbatên wan ku ew ê li ser xeta şehîdan bimeşin heta xeyalên wan ên avakirina jiyaneke bi rûmet bi cih bînin.

Endamê Komîteya Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Mihemed Zêdan jî axivî û êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser her çar şehîdan wekî rakirina tola DAIŞ'ê nirxand.

Zêdan bal kişand ser têkoşîna her çar şehîdan û wiha domand: "Ji destpêka şoreşê ve tevli şoreşê bûn û gelê xwe parastin. Di gelek pêngavan de birîndar bûn, lê teslîm nebûn û her car vegeriyan qadên berxwedanê."

Di merasîmê de endamê Meclisa Giştî  ya PYD'ê Kenan Berekat got: "Gel bi beşdarbûna xwe ya li merasîmên îro û duh vê nameyê dide dagirkeran; her çiqasî êrişên xwe dijwar bike, dê gel serî natewîne. ''

Berekat bi domdarî got, dewleta Tirk bi dijwarkirina êrişên xwe vê nameyê dide ku ew ê di siyasetên qirkirinê de bi israr e ku bi Peymana Lozanê re daye destpêkirin.

Berket li hemberî dagirker, xayîn û sîxûran banga seferberiya giştî li şêniyan kir.

Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed qala têkoşîna her çar şehîdan kir " Her çar lehengan soz dan şehîdan û soza xwe bi cih anîn. Em jî soz didin wan û soz didin tevahî şehîdan em ê şopdarên xeta wan bin. Em ê destkeftiyên gel biparêzin. Em ê neteweya demokratîk pêş bixin û li gorî felsefeya rêberê neteweya demokratîk û biratiya gelan Abdullah Ocalan tev bigerin."

Piştî axaftinan nasnameyên her çar şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re, silavkirina berxwedanê û tîlîliyên dayikan bi dawî bû.

(bb)

ANHA