Dewleta Tirk li Dihokê erebeyek bombebaran kir: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Çemankê ya parêzgeha Dihokê erebeyeke sivîlan bombebaran kir. Li gorî agahiyan destpêkê di encama bombebaranê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Dewleta Tirk li Dihokê erebeyek bombebaran kir: Kesekî jiyana xwe ji dest da
6 tebax, 2023   18:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeyan Rojnewsê,  danê êvarî balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Çemankê ya parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê erebeya welatiyên sivîl bombebaran kir û di encamê de welatiyê bi navê Alan Îsmaîl jiyana xwe ji dest daye û welatiyê bi navê Haşim Şakir birîndarbûye.

 kesekî jiyana xwe ji dest da û kesekî jî birîndar bû.

Li gorî çavkaniyên herêmî ragihandî, welatiyên bûne qurbanî ji bo avdana baxçeyên xwe çûbûn gundê Bilnibaza.

Hate gotin, Haşim Şakir ku di encama êrişê de birîndar bûye kurê muxtarê gund e û rakirine nexweşxaneyê, her wiha Alan Îsmaîl jî çend meh bû zewiciyî.

Her wiha hate diyarkirin ku rewşa birîndar girane ku beşek zêde yê laşê wê şewitiye û rêkirine Nexweşxaneya Lezgîn a Dihokê.