Navenda Komeleya Stêrk a Zarokan hat vekirin

Komeleya Stêrk a Şopandin û Parastina  Mafên Zarokan, bi dirûşma " Her zarokek stêrkeke" navenda xwe li bajarê Qamişloyê vekir.

Navenda Komeleya Stêrk a Zarokan hat vekirin
6 tebax, 2023   17:00
QAMIŞLO

Komeleya Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma " Her zarokek stêrkeke " navenda xwe li kolana Xelîc a bajarê Qamişloyê vekir.

Navend bi beşdarbûna şêniyên bajar, endamên komeleyê, Kongra Star, malbatên şehîdan û endmaên saziyên Rêvberiya Xweser hat vekirin.

Di şahiya vekirina navnedê de rêvebera Komeleya  Stêrk a Parastina Mafên Zarokan Cûliya Xelo axivî û vekirina navendê li hemû zarokan pîro kir. Cûliya Xelo got: "Şerê ku li herêmê rû daye bandor li dirûniya bi dehan zarokan kiriye. Armanca me ya ji vekirina vê navendê ew e ku em zarokan di her awayî de biparêzin."

Şahî bi stran û dîlanên zarokan bi dawî bû.

(he/bb)

ANHA