Li Pakistanê di qezaya trenê de bi kêmanî 30 kes mirin

Li başûrê Pakistanê trenek ji rê derket. Di encamê de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan, 80 kes jî birîndar bûn.

Li Pakistanê di qezaya trenê de bi kêmanî 30 kes mirin
6 tebax, 2023   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya xwecihî, qeza li nêzî gara trenê ya Sahara ya li bajarê Navabşah ê li eyaleta Sîndê qewimî û di encamê de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest da, 80 kes jî birîndar bûn.

Hezîrana 2021'ê li başûrê welêt du tren li hev qelibîn û di encamê de herî kêm 65 kesan jiyana xwe ji dest dan, 150 kes jî birîndar bûn.

Di Cotmeha 2019'an de li Tezgam ekspresê şewatê rû dabû û herî kêm 75 kes bi saxî şewitî bûn.

Sala 2005'an jî du tren li Ghotkiyê li hev qelibî bûn û zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.