Li Bremenê bîranîna 4 şehîdên êrişa li Qamişloyê

Şervanên YPG’ê Diyar Xelîl (Diyar Şoreş), Berzan Şêxmûs (Garzan Qamişlo), Ehmed Semo (Hêwa Qamişlo) û fermandar Aram Îbrahîm (Orhan Qamişlo) ku di 3’ê Tebaxê de bi balafireke bêmirov a dewlet a Tirk a dagirker li Qamişloyê şehîd bibûn, li Bremenê hatin bibîranîn.

Li Bremenê bîranîna 4 şehîdên êrişa li Qamişloyê
6 tebax, 2023   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Bernameya bîranînê ku li Komaleya Bratiyê hat lidarxistin. Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Bremenê Dayika Xeysa, li ser navê PYD’ê Ewropayê Şerzad Îbrahîm û Hevserokê Meclisa Civaka Demokratîk a Kurd a Bremenê Saît Bîlgîn axivîn.

Birayê Şehîd Diyar Xelîl, Serhad Xelîl bi rêya telefonê beşdarî bîranînê bû.

Li ser navê Kongra Starê Diya Selîm, bal kişand ser êriş û qetlîamên li ser gelê Kurd û got: “Em gelê Kurd li ber xwe dide. Em ji bo azadiya xwe li ber xwe didin. Em Rojav zindî bikin û biparêzin.”

Li ser navê PYD’ê Şerzad Îbrahîm axivî û wiha got: “Azadiya ku me îro bi dest xistiye, bêguman bê berdêl nîne. Rast e me gelek şehîd dane, lê ger şehîdên me nebûna, em birêxistin û amadekar nebûna, em nizanin ku wê çi bihata serê gelê me. Me Sêwaz, Enfal û Helebce dîtin. Bi deh hezaran gelê me li Dersimê hatin qetilkirin. Lê îro tevgera azadiyê heye. Ger Tevgera Azadiyê nebûya, niha ne Rojava, ne Rojhilat, ne Başûr û ne jî Bakur hebûya.”

Hevserokê Meclisa Civaka Demokratîk a Kurd a Bremenê Saît Bîlgîn jî bal kişand ser êrişên dewletên dagirker ên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hêzên parastinê û wiha got: “Ger hûn bala xwe bidinê, dagirkeran li aliyeke Rêberê Gelê Kurd dikin tecrîdê, li aliyê din jî êrîşî hêzên parastina Kurdan dikin. Êrişên dagirkeriyê yên li dijî Qendilê divê ji polîtîkayên tecrîdê cuda neyê dîtin.”

Birayê Şehîd Diyar Xelîl, Serhad Xelîl ku bi rêya telefonê beşdar bû, got: “Serê me bi şehîdên me bilind e. Em ê têkoşîna wan a bi rûmet bidomînin.”

Di dema axaftina Serhad Xelîl de gelek carn dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Bernameya bîranînê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû