​​​​​​​Çiya Kurd: Daxuyaniyên Wezareta Karên Derve ya DYA’yê dûrî rewşê ne

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd bersiva berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê da û got “Ew daxuyanî ne adil û dûrî rewşê ne."

​​​​​​​Çiya Kurd: Daxuyaniyên Wezareta Karên Derve ya DYA’yê dûrî rewşê ne
4 tebax, 2023   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd diyar kir ku agahiyên dawîn ên li ser zimanê berdevkê Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Matthew Miller ne rast in.

Matthew Miller îdia kiribû ku derxistina penaberan ji Tirkiyeyê ber bi Efrînê ve guhartina demografîk çênake.

Çiya Kurd li ser hesabê xwe yê Twitterê bi rêya hin agahiyên li ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên guhartina demografiya herêmê bersiv da wan daxuyaniyan.

Çiya Kurd agahiyên di vê daxuyaniyê de wek “dûrî rastiyê” wesif kirin û got ew helwesteke siyasî, ne adilane û dûrî rewşê ye û bi wê yekê rewş girêktir dibe û bi xwestekên dewleta Tirk re hevkar in.

Çiya Kurd bang kir ku helwesteke cidî li hember kiryarên dewleta Tirk nîşan bidin, van kiryarên guhartina demografîk li Efrînê bi dawî bikin, êrişên balafirên dewleta Tirk ên li herêmên ewle sînordar bikin.

(fr)