Cenazeyên 7 şehîdan birin nexweşxaneya Şirnexê

Cenazeyên 7 gerîlayan ên di şerê li Şirnexê de şehîd bûne, birin nexweşxaneya Şirnexê.

Cenazeyên 7 şehîdan birin nexweşxaneya Şirnexê
4 tebax, 2023   10:31
 NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li bejahiya navçeya Elk, Qileban û navenda Şirnexê dewam dikin. Di navbera gerîlayên HPG/YJA Starê û artêşa Tirk û cerdevanan de şerekî dijwar diqewime. 11 herêmên navçeya Qilebanê ji 27’ê Tîrmehê ve hatine qedexekirin û bê navber tên bombebarankirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê cenazeyên 7 gerîlayên HPG'ê yên şehîd bûne, birine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hat ragihandin ku cenaze bi temamî şewitîne.   

Her wiha li herêmên êrişên artêşa Tirk lê didomin, şewat derket û li hin deveran hê jî didome.