Ji bo çûyîna Îmraliyê malbatan serlêdan kir

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin.

Ji bo çûyîna Îmraliyê malbatan serlêdan kir
4 tebax, 2023   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên sê girtiyên din ên li Îmraliyê ku zêdeyî du sal in agahî ji wan nayê wergirtin, ji bo karibin hevdîtinê bikin, serî li rayedarên pêwendîdar dan.

Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzer ji bo karibin Rêber Abdullah Ocalan bibînin hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê nikarin bersivekê werbigirin.