​​​​​​​Dewleta Tirk biyaniyan li Girê Spî bi cih dike

Dewleta Tirk a dagirker li malên koçberên kantona Girê Spî ya dagirkirî 191 kes bi cih kirin.

​​​​​​​Dewleta Tirk biyaniyan li Girê Spî bi cih dike
4 tebax, 2023   07:50
EYN ÎSA

Çavkaniyên ji kantona Girê Spî ya dagirkirî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker 191 penaberên sûriyeyî ji destpêka Tebaxê ve bi darê zorê şandin Girê Spî û lê bi cih kirin. Beşa yekemîn 161 kes bûn û di 2′yê Tebaxê de hatin bicihkirin û beşa duyemîn jî di 3′yê Tebaxê de (30 penaber) radestî çeteyên "Polîsên Leşkerî" kirin.

Ev penaberên sûriyeyî yên bi darê zorê dewleta Tirk dişîne, li malên niştecihên kantonê û gundewarên wan tên bicihkirin û bi piranî ji Hema, Heleb, Idlib, Rîf Şam û Dêrazorê ne.

Armanca dewleta Tirk a dagirker ji bicihkirina biyaniyan li herêmên dagirkirî; Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, demografiya herêmê biguherîne. Ji destpêka 2023′yan ve zêdetirî 12 hezar malbat ji Tirkiyeyê ber bi herêmên dagirkirî ve hatine şandin.

Berpirsên dewleta Tirk daxuyandibû ku dê zêdetirî milyonek penaberên sûriyeyî li herêmên Cerablus, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi cih bikin.

(fr)

ANHA