Li Helebceyê 2 kes hatin kuştin

Li Helebceyê duh bi şev cenazeyên 2 kesan hatin dîtin. Hate zanîn kesên kuştî, pêşmergeyekî dêrîn û polîsekî malnişîn in.

Li Helebceyê 2 kes hatin kuştin
4 tebax, 2023   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev li Helebceyê cenazeyên 2 kesan hatin dîtin.

 Der barê bûyerê de berdevkê Rêveberiya Polîsan a Helebceyê Berzan Osman daxuyaniyek da. Osman got duh bi şev welatiyên bi navê Celal Letîf û Mehmud Hisên ên ji Helebceyê, bi pêyan çûne gundê Çawg. Osman da zanîn di dema vegerê de, her du welatî hatine kuştin.

Li gorî Osman dibêje, Celal Letîf pêşmergeyekî dêrîn e û Mehmûd Hisên jî polîsekî malnişîn e.

Berdevkê Rêveberiya Polîsan ya Helebceyê got: “Piştî cenazeyên her du welatiyan hatin dîtin, derket holê ku li ser bedena wan şopa çend guleyan heye û niha lêkolînê dest pê kiriye.”