Meclisa Werzîşê ya Reqayê bi dirûşma `Na ji narkotîkê re erê ji jiyanê re` maratonek li dar xist

Meclisa Werzîşê ya Reqayê bi dirûşma “Na ji narkotîkê re erê ji jiyanê re” bi armanca veguhastina ramanê wan dûrî narkotîkê, maratonek li dar xist.

Meclisa Werzîşê ya Reqayê bi dirûşma `Na ji narkotîkê re erê ji jiyanê re` maratonek li dar xist
Meclisa Werzîşê ya Reqayê bi dirûşma `Na ji narkotîkê re erê ji jiyanê re` maratonek li dar xist
Meclisa Werzîşê ya Reqayê bi dirûşma `Na ji narkotîkê re erê ji jiyanê re` maratonek li dar xist
2 tebax, 2023   17:32
REQA

Gelek kilûbên Reqayê û derdora 50 pêşbaz, tev li maratonê bûn. Beriya maratonê, serokê Meclisa Werzîşê ya Reqayê Ebdulrezaq El Şilaş daxuyaniyek xwend û got: “Narkotîk bûye pirsgirêkeke herêmî û navneteweyî û li ser rewşa civakî, exlaqî û aboriya dewletan bûyer gef.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê herêmê hat kirin ku ji xetereya narkotîkê hişyar bin û hewl bidin nifşekî pêşketî li ser asta fikrî, zanistî û civakî ava bikin.

Dûre marathon ber bi çerxerêya El Neîm ve dest pê kir.

Di dawiyê de pêşbazên serkeftî hatin xelatkirin.

(şx)

ANHA