Konferansa 2`yemîn a Mala Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû

Konferansa 2`yemîn a Mala Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi dirûşma “Em ê bi misogeriya şoreşa jina azad malbata demokratîk pêş bixin” dest pê kiribû, bi dawî bû. Beşdarên konferasê teqezî bi rola pêşeng a jinan di çareserkirina dozên jinan û parastina wê ji tundiyê de kir.

Konferansa 2`yemîn a Mala Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû
Konferansa 2`yemîn a Mala Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû
Konferansa 2`yemîn a Mala Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû
Konferansa 2`yemîn a Mala Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû
Konferansa 2`yemîn a Mala Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû
Konferansa 2`yemîn a Mala Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû
Konferansa 2`yemîn a Mala Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû
2 tebax, 2023   16:46
HESEKÊ

Vê sibê Konferansa 2`yemîn a Mala Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi dirûşma “Em ê bi misogeriya şoreşa jina azad malbata demokratîk pêş bixin” bi beşdariya 300 degeyên malên jinan, rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola Serdem a bajarê Hesekê destpê kiribû.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 malên jinan hene. Di nav wan de, 22 ên herêma Cizîrê, 8 jî li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Konferansa yekemîn sala 2016`an li dar ketibû.

Di konferansê de berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û lidarxistina konferansê li beşdaran û tevahî şehîdan mîna dayîka Eqîde, Fatme Hesen, Gulê Selmo, Yusra Derwêş, Leyman pîroz kir.

Rîhan wiha domand: “Mala Jinan stûneke şoreşa jinan a ji bo birêxistinkirina kar û xebatên jinan di şoreşê de bû. Bi saya têkoşîna jinên ciwan, dayîkên herêmê ji bo avakirina civakeke demokratîk a hevgirtî, hate bidestxistin.”

Rîhan diyar kir ku malên jinan li hember pergalên baviksalarî tê koşiyan û serî jê re netewandin, ev bar rakir ji bo ku civakeke demokratîk li ser azadiya jinan û fikr ava bikin.

Di dawiyê de Rîhan got: “Divê her jinek destkeftiyên jinan biparêzin û li hember êrişan bisekinin. Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan û azadiya wê ne.”

Piştî ku dîwanê konferansê ji 5 endaman hat avakirin mamosteya zimanê kurdî Hena Xalid perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî jinan û edaleta demokratîk xwendin.

Dûre Hena rapora 7 salan a kar û xebatên Mala Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku komîteya amadeker hazir kiriye, xwend.

Li gorî raporê, di 7 salan de, malên jinan sedana 79 hezar û 33 mal li gund û komînên navçeyên herêmê kirine da ku qanûnên malbatê ji wan re şîrove kirin. Giliyên ku hatin cem malên jinan 46 hezar û 710 bûn. Ji wan 27 hezar û 727 doz hatin çareserkirin. 6 hezar û 709 doz jî hina di nirxandinê de ne. Her wiha ji wan 9 hezar û 971 doz veguhastine Dîwana Edaleta Civakî û hezar û 765 doz veguhastine saziyên din.

Malên jinan 641 jinên ciwan radestî malbatên wan kirin piştî ku ew li hev anîn.

Konferan li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî berdewam kir. Li gor komîteya amadekar, encmanameya konferansê dê bi daxuyaniyekê sibe bê eşkerekirin.

(şx)

ANHA