Zêdekirina parên nan û sotemeniyê biryarên herî girîn ên Meclisa Giştî ne

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çarşemê civîna xwe ya neasayî bi hejmar 81 li dar xist. Di civînê de rewşa gel, pêşxistina qada xizmetguzariyê, rêbazên pêşxistina wê, girîngiya rola meclisên qanûnî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin gotubêjkirin.

Zêdekirina parên nan û sotemeniyê biryarên herî girîn ên Meclisa Giştî ne
Zêdekirina parên nan û sotemeniyê biryarên herî girîn ên Meclisa Giştî ne
Zêdekirina parên nan û sotemeniyê biryarên herî girîn ên Meclisa Giştî ne
Zêdekirina parên nan û sotemeniyê biryarên herî girîn ên Meclisa Giştî ne
Zêdekirina parên nan û sotemeniyê biryarên herî girîn ên Meclisa Giştî ne
2 tebax, 2023   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîn li hola civînan a Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a li Reqayê lidar ket. Di civînê de Desteya Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, cîgirên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên meclisên qanûnsaz ên rêveberiyên xweser û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê beşdar bûn.

Di civînê de hevserokê Meclisa Giştî Ferîd Etê axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Dûre bernameya civînê û girîngiya wê diyar kir ku armanc dikin bi rêya nîqaşên xwe qada jiyanî, aborî, xizmetguzarî li herêmê pêş bixin.

Piştre, beşdaran bendên civînê nîqaş kirin û her rêveberiyeke û mecilseke qanûsaz pirsgirêk û zehmetiyên li pêşiya wan di aliyên aborî, xizmetguzarî de derdikevin parve kirin. Pêşniyarên beşdaran herî zêde li ser sotemeniyê, nan, pirsgirêka avê, kehrebe, gendelî, qaçaxiyê bûn. Her wiha destnîşan kirin ku daketina nirxê lîreyê Sûriyeyî bi awayekî neyînî bandor li rewşa jiyanî û aborî ya giştî kiriye û behsa fonên saizyên Rêveberiya Xweser kirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan, hin pêşniyar pêşkêş kirin.

Di dawiya civînê de ev biryar hatin girtin:

Li gorî daneyên Rêveberiya Giştî ya Serjimariyê, divê parên nan ji bo her endamek bi rêjeya ji sedî 25 zêde bibe û muxelefetên zemhêrê duqat bibin.,

Zêdekirina parên sotemeniyê bi rêjeya ji sedî 20 ji bo zeviyên avî û pêşxistina kalîteya wê.

Divê parên sotemeniyê yên erebeyan mehane ne weka niha bên belavkirin.

Divê gaza botan mehan li ser malan bê belavkirin.

Divê çavdêriya zemhêrê zêde bibe, rê li pêşiya keysebaziyê bê girtin, buhayên derman û destheqê bijîşk û nexweşxaneyan bên kontrolkirin.

Divê kesên xwedê baweriyên zanistî di rêveberiya saziyên çavdêriyê de werin erkdarkirin.

Divê çavdêriya ewlehiyê û dadgehî bê xurtkirin ji bo ku rê li pêşiya belavbûna narkotîkê bê girtin.

Divê maf û erkên şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê û Şîrketa Nêroz werin sînodarkirin û di bin çavdêriyê û şopandinê de be.

Rêyên giştî werin sererastkirin.

Bi rêya peydakirina derfetên kar û piştgiriya projeyên biçûk, rê li pêşiya koçberiyê bê girtin.

Meclisên qanûnsaz û meclisa giştî çavdêriyê û şopandinê berdewam bike û hesab ji sûcdaran bipirse.

Komîteyên girêdayî meclisên qanûnsaz ên rêvebeiryên xweser û sivîl bên avakirin ji bo şopandina kar û xebatên daîreya sotemeniyê, aş û firinan û amadekirina raporên xwe di mehekê de.

Erkdarkirina desteya malî ji bo zêdekirina fon û mûçeyên karmendên Rêveberiya Xweser li gorî budceya giştî.

(şx)

ANHA