Li Girê Spî li dijî sûcan grev

Li bajarokê Silokê yê girêdayî kantona Girê Spî ya dagirkirî li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê grev heye.

Li Girê Spî li dijî sûcan grev
2 tebax, 2023   11:15
EYN ÎSA

Çavkaniyên ji bajarokê Silokê da zanîn ku li hember sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li kantonê grev heye. Li bajarok kar hate sekinandin û dikanên bazirganiyê hatin girtin.

Duh, beriya grevê welatiyên bajarok li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xwepêşandanek li dar xist.

Li herêmên kantona Girê Spî ya dagirkirî ji Cotmeha 2019′an ve li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gel bi hêrs e.

Li Girê Spî û Silokê di 14 û 17′ê Tîrmehê de 2 xwepêşandan hatin lidarxistin. Xwepêşandêran banga betalkirina “Meclisa Xwecih” a girêdayî dewleta Tirk kir û got divê çeteyên dewleta Tirk destê xwe ji ser wan rakin.

(fr)

ANHA