​​​​​​​TEV-DEM: Divê jenosîda li Şengalê bê naskirin

TEV-DEM`ê şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anîn û bang li hêzên navneteweyî kir ku erkên xwe yên mirovî bîne cih û gelan ji jenosîdê biparêzin.

​​​​​​​TEV-DEM: Divê jenosîda li Şengalê bê naskirin
2 tebax, 2023   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Şengalê ku çeteyên DAIŞ`ê li dijî êzidiyên Şengalê pêk aniye, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de tevgerê wiha nivisî: “Destpêkê em tevahî şehîdên komkujiyê bi bîr tînin. Beriya 9 salan civata êzidî li Şengalê bi fermaneke din re rû bi rû ma ku DAIŞ`ê bi komployeke kirêt û bi desteka hêzên herêmî û navneteweyî di serî de dewleta Tirk a dagirker û hekariya PDK`ê ku wê demê Şengal kontrol dikir, êriş Şengalê kir û komkujî li dijî civata êzidî pêk anî. Armanc ew bû ku DAIŞ`iyên terorîst li Şengalê bi cih bikin û Şengalê veguherînin navenda hêzên tarî û xirabiyê ji bo tevahî herêmê, mîrasê çandî û dîrokî yê îradeya civaka êzidî ya Şengalê û hebûna wan tune bikin.

Civata êzidî xwedî dîrokeke bi berxwedan, têkoşîn, helwestên nîştimanî û nirxên mirovahiyê dagirtî ye, ji bo ku mîrasa çandî û cewhera civakî ya resen a êzidiyatiyê biparêze. Ev civak îro bi siyaseta qirkirin û tunekirinê re rû bi rû ye. Peymana 9`ê Cotmehê, temamkirina qirkirina etnîkî ya li dijî civata êzidî, çewsandina cewher û ruhê vejînê ye, ku bi vî ruhî ji bo avakirina pergaleke demokratîk-civakî li Şengalê û deşta Nînowayê berxwedaneke dîrokî ya hemdem bi pêş ket. Ev ruh hêza xwe ji fedakariyên ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo parastina vê mîrasê nîşan dane, wergertiye.

Ev berxwedan bû destpêka şoreşeke hemdem ji bo vejandina civaka êzidî û avakirina rêxistinbûna wî bi rêya damezrandina saziyên demokratîk, avakirina yekîneyên berxwedanê yên ku terror têk bir û Şengal rizgar kir.

Em bang li civata navneteweyî, Konseya Ewlehiyê ya NY`yê û rêxistinên têkildarî parastina kêmneteweyên etnîkî û olî dikin ku ji bo parastina îradeya gelan ji gefên qirkirin, komkujî, qirkirina etnîkî, guhertina demografîk erkên xwe yên mirovî û exlaqî bi cih bînin. Her wiha em bang dikin ku helwestê nîşan bidin da ku qedexeya hewayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê bê ferzkirin, ev herêmên ku rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê.

NY ku vê komkujiyê nas nake û hesabê ji berpirsan naxwaze, berpirsa van jenosîd, sûcên dermirovî ye. Ev bêhelwestiya NY`yê, dewleta Tirk teşwîq dike ku dagirkeriya xwe berfireh bike û komkujiyên dîtir li dijî gelan pêk bîne.”

(şx/c)