Ji Dêrazorê jî av bo xelkê bajarê Hesekê hat şandin

Piştî şaredariyên kantona Qamişlo, eşîr û şêniyên Dêrazorê jî bi karwanan tenkerên avê ji xelkê bajarê Hesekê re şandin.

Ji Dêrazorê jî av bo xelkê bajarê Hesekê hat şandin
Ji Dêrazorê jî av bo xelkê bajarê Hesekê hat şandin
Ji Dêrazorê jî av bo xelkê bajarê Hesekê hat şandin
Ji Dêrazorê jî av bo xelkê bajarê Hesekê hat şandin
Ji Dêrazorê jî av bo xelkê bajarê Hesekê hat şandin
1 tebax, 2023   11:55
HESEKÊ

Di çarçoveya însiyatîfa şênî û eşîrên Dêrazorê di bin navê "Fezet Eşair Dêrazorê” de şêniyên Hesekê însiyatîfek da destpêkirin. Di wê çarçoveyê de 100 tenkerên avê û bi sedan qalibên bozê û galonên avê ji bo xelkê Hesekê şandin.

Rûspiyekî eşîra El Igêdat, Heyder El Hefel têkildarî însiyatîfê got: “Şêniyên Dêrazorê tev beşdarî vê însiyatîfê bûn da ku piştgiriya birayên xwe yên li Hesekê bikin. Em ê mîna van însiyatîfan dewam bikin"

El Hefel bang li hêzên navneteweyî kir ku dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bînin û wiha domand: "Bajarê Hesekê veguheriye bajarekî karesatê. Em bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî dikin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên Ii dijî şêniyên bajêr bi dawî bikin."

Rûspiyekî êla El Begara, Ekrem El Reyaş jî wiha axivî: "Şêniyên Dêrazorê ji beriya hefteyekê ve bi beşdariya hemû eşîrên eşîran dest bi veguhastina avê ber bi Hesekê ve kir."

El Reyaş da zanîn ku ev însiyatîf dê 10 rojan dewam bike, dê tenkerên avê yên derbasî bajêr bûne avê li niştecihên bajêr belav bikin da ku barên wan sivik bikin.

El Reyaş, bêdengiya hêzên navneteweyî û hêzên aktîf li Sûriyeyê li hember qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rexne kir û got armanca yekane ya dewleta Tirk a dagirker dagirkirina xaka Sûriyeyê û pêkanîna sûcan li dijî gelê herêmê ye.

El Reyaş wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî pêkhate û eşîrên xwe em ê li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker yekrêz in."

Sehrîcên gihîştine Hesekê bi hevkariya rêveberên bajêr, li taxan hatin belavkirin da ku avê bibin şêniyan.

(fr/c)

ANHA