Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin biçîn Îmraliyê serlêdaneke nû kir.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kir
1 tebax, 2023   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin Rêber Abdullah Ocalan bibînin ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tecrîdkirî ye, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan

Parêzeran ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê da.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi tu awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.