Dagirkeran 53 caran êrîşî herêmên Efrîn û Şehbayê kir

Artêşa Tirk a dagirker di meha Tîrmehê de bi balafirên bêmirov ên biçek, topên obus û hawanan 53 caran êrîşî gund, bajarok û navçeyên herêmên Efrîn û Şehbayê kir. 

Dagirkeran 53 caran êrîşî herêmên Efrîn û Şehbayê kir
1 tebax, 2023   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN 

Çavkaniyên hêzên parastinê yên Efrîn û Şehbayê têkildarî êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker di meha Tîrmehê de pêk anîne, agahî dan.

Li gorî vê yekê, di navbera 1 û 31’ê Tîrmehê de li hemberî 32 gund, bajaroka Meranaz, navçeya Til Rifat, Balafirgeha Minix û baregehên hêzên Hikumeta Şamê 53 caran êrîş pêk hatin. Di encama êrîşên ku bi balafirên bê mirov, topên hawan û obusan pêk hatin de, leşkerekî Hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest da, 3 welatî û 9 leşker jî birîndar bûn.

Di êrîşan de ziyanên madî jî pêk hatin, erdên çandiniyê zirar dîtin.

(a)

ANHA