Li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ`ê hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ`ê girt, li Hesekê jî mayînek bêbandor kir.

Li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ`ê hat girtin
Li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ`ê hat girtin
Li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ`ê hat girtin
Li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ`ê hat girtin
Li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ`ê hat girtin
Li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ`ê hat girtin
1 tebax, 2023   08:21
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin :

“Hêzên me yên taybet (HAT) berbanga duşemê (31`ê Tîrmehê) bi operasyoneke serkeftî li bakurê Dêrazorê serçeteyekî şaneyên DAIŞ`ê girt.

Di çarçoveya operasyonên hêzên me yên li dijî şaneyên terorîstî de, piştî şopandina tevgerên wan û diyarkirina cihên wan ji aliyê Ewlekariya Giştî ve û bi desteka Koalîsyona Navneteweyî, hêzên me yên taybet operasyoneke taybet li dar xist. Di operasyonê de hêzên me girtin ser cihê ku serçeteyekî DAIŞ`ê xwe lê vedişat. Ew serçete berpisê fînansekirina endamên rêxistina terorîst bû, père didan wan da ku planên xwe yên terorîst li dijî herêmê pêk bînin. Di encama operasyonê de serçete hat girtin û çek û amûrên peywendiyê yên pê re hatin desteserkirin.

Em ji gelê xwe re teqez dikin ku em ê şopandin û girtina terorîstên ku hewl didin aramiya herêmên me xira bikin, bidomînin.”

Tîmên endeziyariyê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Hesekê jî mayîna ku di maleke vala de hatibû bicihkirin, bêbandor kir.

(c)