Fransa hemwelatiyên xwe û yên Ewropayê ji Nîjerê derdixe

Wezareta Karên Derve ya Fransayê daxuyand ku piştî darbaya leşkerî dê hemwelatiyên xwe ji ‎Nîjerê derxîne. Dezgehên çapemeniyê jî diyar kirin ku Fransa dê hemwelatiyên Ewropayê jî ji Nîjerê derxîne.

Fransa hemwelatiyên xwe û yên Ewropayê ji Nîjerê derdixe
1 tebax, 2023   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reuterêsê, Wezareta Karên Derve ya Fransayê ragihand ku piştî darbaya leşkerî ya hefteya borî û ‎xwepêşandanên li dijî Parîsê ew ê hemwelatiyên xwe ji Nîjerê derxîne.‎ Wezaretê got, di 2022′yan de nêzî hezar û 200 hemwelatiyên Fransayê li ‎Nîjerê hebûn.‎

Duh ‎leşkerên ku piştî dearbeyê desthilata Nîjerê bi dest xistin, Fransa bi hewldana "destwerdana leşkerî" ya li ‎Nîjerê tawanbar kir.‎

Bi hezaran alîgirên darbayê li pêş balyozaneya Fransayê ya li Niamey xwepêşandan li dar xist û hewl de bikevin avahiya balyozxaneyê. Xwepêşandêr bi gaza rondikrêj ‎hatin belavkirin û hate gotin 6 kes birîndar bûne.

Yekşemê, dewletên rojavayê Afrîkayê yên cîranê Nîjerê gef xwarin ku eger Bazûm di hefteyekê de vengere ser erka xwe îhtîmal heye"hêzê" bi kar bîne. Hevkarên Niamey ên rojavayî û Fransayê jî ‎destek da vê biryarê.‎

Ji 10 salan ve Fransa bi navê alîkariya di şerê li dijî cîhadîstan de, hêzên xwe li Nîjerê belav kirine, lê hinek niştecihên herêmê destwerdana Fransayê ya li welat red dikin.

‎(fr)‎