Şêniyên Minbicê şehîdên Gulan, Hezîran û Tîrmeh bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê şehîdên Gulan, Hezîran û Tîrmehê bi bîr anîn û soza da ku dê wefedarên şehîdan bin ku heta dawiyê parastina vê axê kir.

Şêniyên Minbicê şehîdên Gulan, Hezîran û Tîrmeh bi bîr anîn
Şêniyên Minbicê şehîdên Gulan, Hezîran û Tîrmeh bi bîr anîn
Şêniyên Minbicê şehîdên Gulan, Hezîran û Tîrmeh bi bîr anîn
Şêniyên Minbicê şehîdên Gulan, Hezîran û Tîrmeh bi bîr anîn
Şêniyên Minbicê şehîdên Gulan, Hezîran û Tîrmeh bi bîr anîn
Şêniyên Minbicê şehîdên Gulan, Hezîran û Tîrmeh bi bîr anîn
31 tîrmeh, 2023   19:49
MINBIC

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Meclisa Jinan a Sûriye, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Saziya Gaziyan li goristana şehîdan a başûrê bajêr tev li merasîma bîranînê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El Îdo axivî û got : « Şehîdên welat, sembola vî gelî û serfiraziya wî ne. Di vê roja pîroz de em wan bi bîr tînin.”

El Îdo diyar kir ku bi saya xwîn û vîna şehîdan teror ji herêmê hatin derxistin ji bo ku gelê me bi rûmet bijî.

Di dawiyê de El Îdo destnîşan kir ku dê wefdarê şehîdan bin.

Dûre beşdaran mûn li ser gorên şehîan vêxistin.

(şx)

ANHA