Li Derayê teqîn: Endamên Firqeya Çaran birîndar bûn

Li gundewarê Derayê mayîneke ku kesên nennas danîne teqiya. Di encamê de enadamên Firqeya Çaran a hikumeta Şamê birîndar bûn.

Li Derayê teqîn: Endamên Firqeya Çaran birîndar bûn
31 tîrmeh, 2023   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Navenda Çavdêriya Mafên Mirofan a Sûriyeyê (SOHR) dema otobuseke Firqeya Çaran a hikumeta Şamê li ser rêya başûrê bajarokê Xebaxib ê bakurê Derayê diçû mayîn teqiya. Di encamê de birîndar çêbû ku rewşa gelek ji wan giran e.

SOHR'ê diyar kir ku ji ber rewşa ewlehiyê ya tevilhev hejmara hedefgirtinan li Derayê ji destpêka Çileyê ve, 312 bûyer çêbûne.

(şx)