Sersaxî ji malbatên şehîdên Erka Xweparastinê re hat xwestin

Şêniyên kantona Qamişloyê sersaxî da malbatên şervanên Hêzên Erka Xweparastinê yên ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li gundê Xirbê Xwê yê Amûdê şehîd bûbûn.

31 tîrmeh, 2023   12:00
QAMIŞLO

Ji bo şervanên Erka Xweparastinê Îbrahîm Mislit û Sebah Sadûn ên ku 28'ê Tîrmehê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li gundê Xirbê Xwê yê navçeya Amûdê şehîd bûbûn, merasîmê sersaxiyê li Stada Şermola ya navçeyê hat lidarxistin.

Di meraîsmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ebdulbaqî Elî sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û got divê pêkhateyên herêmê li hember êriş û gefan hevgirtina xwe xurt bikin.

Elî diyar kir ku ew ê li hemberî êrişên dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin û tolê ji sîxur û xayînan hilînin.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Bîco Bîco anî ziman ku dîroka dewleta Tirk dîrokeke reş û bixwîn e û got dewleta Tirk siyasetên qirkirinê li dijî pêkhateyên herêmê didomîne.

Bîco soza da şehîdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, berdêl çi dibe bila bibe dê  herêmê biparêzin, jiyaneke azad û bi rûmet ji tevahî pêkhateyên herêmê re mîsoger bikin û dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyeyê têk bibin.

Her wiha rêvebera Kongra Star Celîla Xelîl axivî û diyar kir ku dewleta Tirk di siyaseta xwe ya qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jinên têkoşer de bi israr e.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(bb)

ANHA