Li Efrînê qirkirina xwezayê bê navber didome

Kesên ku ji aliyê dewletaTirk a dagirker ve li Efrînê hatine bicihkirin, 67 darên zeytûnan birîne.

Li Efrînê qirkirina xwezayê bê navber didome
31 tîrmeh, 2023   08:04
ŞEHBA

Çavkaniyên xwecih da zanîn ku kesên li kampa Qada Bazar a Efrînê hatine bicihkirn, 22 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Mihemed Omer Elî yê ji gundê Maretê yê bajarê Efrînê birîne.

Çavkaniyên diyar kir ku darên zeytûnan ên hatine birîn, li ser rêya di navbera bajarê Heleb û kantona Efrînê de ne.

Li navçeya Bilbilê jî kesên ji Humisê yên ku li Efrînê hatine bicihkirin, li nêzî gundê Qestel Miqdad ê navçeyê 45 darên zeytûnan birîn. Darên hatine birîn ên welatiyê bi navê Menan Osman in ku hatiye koçberkirin.

(bb)

ANHA