Nasnameyên 3 şehîdan hatin aşkerakirin

HPG'ê nasnameyên 3 şehîdan aşkera kirin û got “Malbatên hêja yên hevrêyên me Viyan, Serhildan û Ferhat di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.”

Nasnameyên 3 şehîdan hatin aşkerakirin
31 tîrmeh, 2023   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 3 gerîlayên li Metîna şehîd bûne ev daxuyanî da:

“Êrişên dewleta Tirk a dagirker ku hemû hêza xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê seferber kiriye bi têkoşîna fedaî û berxwedaneke destanî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê, tên pûçkirin. Hevrêyên me Viyan, Serhildan û Ferhat ku pêşengên vê berxwedana destanî bûn, di vê têkoşîna pîroz de gihiştin şehadetê û navê xwe di dîroka azadiya gelê me de bi cih kirin. Ev hevrêyên qehreman ên ku her kêliya xwe dan azadiya gelê me, bi kesayetiyên xwe yên fedakar, bi azweriya xwe ya azadiyê, bi hewldan û fedakariyan wê her tim di têkoşîna me de bên bîranîn û zindî bimînin.

Malbatên hêja yên hevrêyên me Viyan, Serhildan û Ferhat di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê li ser şopa xeyalên hevrêyên xwe bin.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Viyan Mêrdîn
Nav û paşnav: Leyla Elçîoglû 
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dê û bav: Emîne, Seyfettîn
Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Tîrmeha 2023’yan, Metîna

Nasnav: Serhildan Têkoşer

Nav û paşnav: Mûrat Akyol
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Besna, Sefer
Dîrok û cihê şehadetê: 19’ê Hezîrana 2023’yan, Metîna

Nasnav: Ferhat Bane

Nav û paşnav: Behrûz Ubeydî
Cihê jidayikbûnê: Bane
Navê dê û bav: Zêrîn, Abdullah
Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Hezîrana 2023’yan, Metîna