​​​​​​​‘Derbeya li Nîjerê li dijî hegemonyaya Fransayê ye’

Li Nîjerê sibeha çarşemê derbeyeke nû li dijî desthilatê pêk hat û endamên Pasdarên Nîştimanî ya qesra serokatiyê, serok Mihemed Bazûm, wezîrê karên hundir Hemado Edamo Solî destgîr girtin. Di êvara heman rojê de, dûrxistina wan ji kar hate ragihandin. Li gorî pirsporan, derbe hegemonyaya Fransayê li Afrîkayê kir hedef.

​​​​​​​‘Derbeya li Nîjerê li dijî hegemonyaya Fransayê ye’
31 tîrmeh, 2023   07:21
QAHÎRE - MUHSIN EL MISRÎ

Hin aliyên leşkerî ku navê Meclisa Nîştimanî ya Parastina Welêt li xwe dikin, roja çarşemê (26`ê Tîrmeha 2023`yan) derbeyeke leşkerî li dijî serokê Nîjerê Mihemed Bazûm ragihand. Ji ber aloziya ku li welat derket bi daxuyaniyekê pêkanîna destûrê hat taloqkirin.

Li gorî daxuyaniya serfermandarê welêt, artêşa Nîjerê pêncşemê (27`ê Tîrmehê) ragihand ku ji bo rê li pêşiya şerê di navbera hêzên çekdar ên navxweyî de were girtin, ew piştgiriya derbeya li dijî serok Mihemed Bazûm dike.

Serokê ji kar hatiye dûrxistin Mihemed Bazûm, yekemîn serokê Ereb e ku bi rêya hilbijartinan digihêje serokatiyê û di Nîsana 2021`an de li şûna Mehmedo Îsovo hate hilbijartin.

BERTEKÊN NAVNETEWEYÎ

Ji kêliyên pêşîn ên derbeyê de, li ser asta navneteweyî bertekên li dijî derbeyê derketin. Lê fermandarê hêzên Wagnerê Yevgeny Prigozhin daxuyaniyek da û derbe bi “mizgîniyeke xweş” wesifand.

Li gorî hin dezgehên çapemeniyê, Yevgeny Prigozhin di peyameke bideng de ku hêzên wî li ser Telegramê êvara pêncşemê (27`ê Tîrmehê) belav kiriye, derbe wek “kêliyeke rizgariya ji mêtingerên rojavayî” wesifand. Prigozhin derbeya li Nîjerê, “Bi têkoşîna gelê wê ya li hember mêtingeran” bi nav kir ku hewl didin “Rêgeza jiyana xwe li ser gelê welêt ferz bikin û wan di rewşa ku Afrîkayê wekî bi sedan sal berê de tê re derbas dibû, bihêlin.”

Daxuyaniya fermandarê Wagnerê gelek guman li ser rola Moskovê ya di derbeyê de çêkirin. Nemaze ku alên Rûsyayê di xwepêşandanên alîgirên derbeyê li kolanên Niameyê de xuya bûn.

DYA`yê jî derbe şermezar kir. Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken şemiyê (29`ê Tîrmehê) banga serbestberdana serokê Nîjerê Mihemed Bazûm û vegerandina pergala demokratîk li welêt kir.

Hin dezgehên çapemeniyê ku agahiyên xwe dispêrin Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Blinken bi rêya telefonê bi serokê Nîjerê Bazûmê re axiviye û piştgiriya Washingtonê jê re rave kiriye.

Konseya Ewlehiyê ya NY`yê derbe şermezar kir û banga serbestberdana wî kir. Her wiha diyar kir ku derbe sedemeke sînordarkirina hewldanên xurtkirina saziyên desthilatê yên welêt e.

Yekitiya Ewropayê jî şemiyê (29`ê Tîrmehê) tevahî teşeyên hevkariya ewlehiyê bi Nîjerê re rawestandin û destnîşan kir ku endamên yekitiyê, fermandarên leşkerî yên ku xwe xistine şûna Bazûm, nas nakin.

Meclisa Aştî û Ewlehiyê ya Afrîkayê derbeya li Nîjerê şermezar kir û bang li rayedarên leşkerî kir ku di 15 rojan de li navend û baregehên xwe vegerin.

HELWESTA FRANSAYÊ

Li gor hin medyayên Fransayê, Parîs aliyê herî zêde ji ber derbeyê zirar lê bûye. Nexasim ku hevalbendê herî girîng ê serokê Nîjerê Mihemed Bazûm e. Bi dûrxistina wî, Fransa hevalbendeke din li herêma perava Afrîkayê ji dest da, piştî ku dostên xwe li Maliyê ji dest dan ku li her duyan jî, salên 2020 û 2021`an derbe çêbûn. Dûra li Borkîna Fasoyê ya ku lê sala 202`yan derbe çêbû.

Li gorî rojnameya Le Monde ya Fransî, Parîs ev senaryo pêşbîn kiribû û hevalbendê xwe Bazûm hişyar kiribû, nemaze li gel zêdebûna şer bi hin komên tundraw re li welêt. Ew jî zirar dide berjewendiyên rojava û îstiqrara li beravê têk dibe.

Li gor çavdêran, derbe li dijî hegemonya Fransa li Afrîkayê ye ku Nîjer cihê herî dawî yê Fransa li rojavayê Afrîkayê ye. Bazûmê 63 salî, alîgirê rojava li herêma perav e. Derbeyên li dû hev ên li dijî serokên Malî, Borkîna Faso di çend salên dawîn de hegemonyaya Fransa bi awayekî balkêş kêm kir. Li beramber wê, hegemonyaya Rûsya bi rêya komên Wagnerê zêde bû.

DÎMENEKE DUBAREKIRÎ

Pisporê kar û barên Afrîkayê Ramî Zuhdî diyar kir ku tişta li Nîjerê, dîmeneke dubarekirî ye û êdî li parzemîna Afrîkayê bûye tiştek asayî û got: "Li Nîjerê ya ku ji 1960'î ve an ku dema ku ji Fransayê serxwe bûye 4 derbe û bi dehan hewldanên lidarxistina derbeyên çêbûne. Her wiha Nîjer li rex Malî û Borkîna Faso ye ku yek ji welatên Afrîkayê yên herî zêde lê derbeyên leşkerî li dar ketine. Herî dawîn li Borkîna Fasoyê, derbeyek wisa pêk hat ku mîna wê pêk nehatiye.''

Zuhdî anî ziman ku li gelek welatên  Afrîkayê rêgezên demokrasiyê nîn in û tu derfet ji bo qebûlkirina aliyê din yan jî karê giştî tune ye û got: " Yanî dema nakokiyek li ser desthilatê çêbibe, karê çekdarî û derbe rêya herî hêsan e. Fikraya xilasiya ji desthilatdar ku jêdera aloziyê ye, ya herî serwer e. Hin dibêjin ji bilî dûrxistina serok a bi rêya derbeyan yan jî kuştinê tu rêyên din tune ne.”

Zuhdî diyar kir ku Bazûm bi rêbazeke demokratîk sala 2021`an hatiye hilbijartin lê ji wê demê ve têkiliya wî bi Fransayê ya herî xurt tê dîtin. Li gorî Zuhdî muxalifan ev xal bi kar anî ruxmî ku Nîjer dewleteke fransî ye û veberhênan tê de fransî ne, avakirin û dagirkirin fransî bû.

 Zuhdî wiha berdewam kir: “Derbeya herî dawîn a li Nîjerî Sibata 2010`an bû ku serok Mamado Tînca ji erkê xwe hat dûrxistin. Yanî li vî welatî derbe bûye tiştek asayî.”

ALOZIYA HUNDIRÎN

Bi nêrîna Zuhdî, aloziya heyî beşek jê hundirîn e û ji ber rewşên aborî ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Li gel redkirina hin biryarên serokê dewletên û hebûna giliyên cuda der barê rewşa mirovahî li welêt de, hewldan ji bo rêgirtina li pêşiya aloziyê hebûn. Lê li gor muxalefetê, xilasiya ji serok, rêya yekane ye.”

Zuhdî got ''Ne raste wisa li pirsgirêkên Nîjerê bê nêrîn ku bi hebûna serok yan jî dûrxistina wî ve girêdayî ye. Lê belê ji wê bêtir kûrtir e û Nîjer yek ji welatên cîhanê yên herî xizane tevî ku gelek berhemên binerd lê hene.

Pirsporê kar û barên Afrîkayê anî ziman ku dibe îhtîmalek mezin heye ku tiliya Rûsya di derbeyê de hebe û got, dxuyaniya fermandarê Wagnerê van gumanan îsbat dike û Moskovê dixe rewşeke ne baş.”

Bi nêrîna Zuhdî, daxuyaniyeke wisa ji aliyê fermandarê Wagnerê vê carê qet bi ser neket, ji ber ku Wagner şîrketeke ewlehiyê ne aliyeke siyasî ye, nabe ku tu daxuyaniyan têkildarî bûyerên li Nîjerê yan jî dewleteke din, bide.

DERBE LI HEGEMONYAYA FRANSAYÊ

Cîgira serokê Navenda Lêkolînên Afrîkî ya Iraqê Ferîde El Bendarî got derbe, ji bo Fransayê gelek mezin e û wiha anî ziman: “Senaryoyek heye ku destwerdana derve çêbibe. Nexasim ku destê Moskovê tê de heye. Ragihandina Rûsyayê, piştgirî da xwepêşandanan.”

Ferîde ji ajansa me re destnîşan kir ku di sê salên dawîn de, rola Kremlînê nîşan dide ku ew dixwaze îstiqrar li Fransayê û aliyên rojavayî yên çalak li dewletên parzemîna Afrîkayê têk bibe. Ev di piştgiriya veşartî bi aliyên leşkerî re xuya bû ku desthilata li Maliyê û Borkîna Fasoyê û Gînyayê xuya bû.

Ferîde wiha di dawiyê de axivî: “Helwesteke fransî li hember derbeyê heye, Fransa di stratejiyên xwe yên li hember Afrîkayê û Nîjerê, xwe dispêre pêkanîna armacên jeosiyasî. Her wiha xwe dispêre wê yekê ji sedî 35`ê pêdiviyên Fransa yên yuranyomê bi dest bixe û kehrebeyê bi rêjeya ji sedî 70`ê derxe.”

(şx)
ANHA