Erebeyên zarokan û kûrsiyên astengdaran jî ji bo bidestxistina avê bi kar tînin

Li bajarê Hesekê ku gelê wê ji ber siyasetên dewleta Tirk a dagirker aloziya avê dijî, êdî erebeyên veguhestina zarokan û kûrsiyên astengdaran jî ji bo veguhastina avê tên bikaranîn.

Erebeyên zarokan û kûrsiyên astengdaran jî ji bo bidestxistina avê bi kar tînin
Erebeyên zarokan û kûrsiyên astengdaran jî ji bo bidestxistina avê bi kar tînin
Erebeyên zarokan û kûrsiyên astengdaran jî ji bo bidestxistina avê bi kar tînin
Erebeyên zarokan û kûrsiyên astengdaran jî ji bo bidestxistina avê bi kar tînin
Erebeyên zarokan û kûrsiyên astengdaran jî ji bo bidestxistina avê bi kar tînin
Erebeyên zarokan û kûrsiyên astengdaran jî ji bo bidestxistina avê bi kar tînin
Erebeyên zarokan û kûrsiyên astengdaran jî ji bo bidestxistina avê bi kar tînin
31 tîrmeh, 2023   03:18
HESEKÊ-ARAM EHMED

Li gel dewamkirina krîza avê ya ji ber qutkirina ava stasyona Elokê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, li bajarê Hesekê dema ku mirov ji taxekê diçe taxek din “depoyên sor ên avê” yên li her derê, jinên ku tevî zarokên xwe avê dadigirin, jinên ku galonên avê danîne ser seriyê xwe dibin malê vala dikin, dîsa vedigerin û carek din dadigirin, balê dikişînin. Wekî ku ji bilî bidestxistina miqdarek zêde ya avê tu karekî din ê wan kesan tune ye.

Ev sûcê dewleta Tirk a dagirker ku li dijî zêdetirî milyonek û nîv mirovên li Hesekê û gundewarê wê pêk tîn, li gel bêdengiya civaka navneteweyî dewam dike.

Xelkê bajêr ji bo ku hem zêde newestin, hem jî dema wan zêde neçe serî li gelek rêbazên veguhestina avê didin. Şêniyên bajêr erebeyên zarokên xwe yên biçûk, kûrsiyên kesên astengdar jî kirine amûrên veguhestina avê. Hinekan jî erebeyên textî yê çarlingî çêkirine û pê galonên avê dibin û tînin.

Ji serê siharê heta êvaran ev niştecihê bajêr e yên ku derdê wan tenê bidestxistina dilopek av e.

(fr/c)

ANHA