'Parastina xaka me erka her kesî ye'

Ji bo parastina xaka xwe ji gef û êrişan, Zîlan Tirbespiyê li gel xwişk û birayê xwe çek hilgirt û cihê xwe di nava yekîneyên parastinê de digire. Zîlan got: "Parastina civaka me û xaka me erka her kesî ye. Êrişên ku îro li ser me tenê kirine ji xetereya çeteyên DAIŞ û Cebhet El Nusra ne dûr in."

'Parastina xaka me erka her kesî ye'
31 tîrmeh, 2023   02:05
QAMIŞLO- RÊNAS REMO

Bi destpêka aloziya Sûriyeyê re, komên çete yên "Cebhet El Nusra" (Heyet Tehrîr El Şam), êriş li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û navçeya Tirbespiyê bi taybetî dan destpêkirin.

Ji bo parastina herêmê ji êriş û xetreyan, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), piştre Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin avakirin. Yekîneyên parastinê erka parastina gel û welat girtin ser xwe û rêya vê armancê de berdêlên giranbuha da û herêm ji çeteyan rizgar kirin.

Rojda Osman (Zîlan Tirbespiyê) ji gundê Sehel ê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ye. Rojda bi destpêka avakirina yekîneyên leşkerî re, tevî birayê xwe Azad û xwişka xwe Warşîn beşdarî pêngavên li hemberî êrişên çeteyên "Cebhet El Nusra" dibe.

Zîlan Tirbespiyê got: "Destpêka şoreşê min şervana bi navê Warşîn Cûdî nas kir. Warşîn, tevî du şervanên din bi navên Zîlan û Hêvîdar sala 2013'an di dema bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li herêmê de, di navbera gundên Taya  Mezlûma yên Tirbespiyê de şehîd bûn. Şehadeta wan bandoreke mezin li mi kir. Ji ber vê yekê min biryara tevlêbûna şer da. Xwişka min navê şehîd Warşîn hilgirt, berî da çiyayên Kurdistanê û tev li refên gerîlayên azadiyê bûye."

Zîlan di sala 2013'an de bi fermî di pêngava rizgarkirina bajarokê Cezayê de cih gir. Li ser vê yekê wiha got: "Pêngav derdora mehekê dewam kir, tevî ku wê demê derfet kêm bûn jî lê jinan cesaeta xwe de di şer de îsbat kir û bi baweriya ku dê heqîqet bi ser bikeve berxwedaneke mezin nîşan da."

TEVÎ BIRÎNDAR BÛ, XETA BERXWEDANÊ BERDEWAM KIR

Zîlan piştre tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) dibe û sala 2014'an di pêngava rizgarkirina Til Hemîsê de cih digire. Zîlan diyar kir ku  bi rêya şehîd Rêwan Tirbespiyê ew beşdarî pêngavê bûn û wiha pê de çû: "Derfet gelekî kêm bûn, çeteyên Cebhet El Nusra bûn DAIŞ, ji tevahî dewletên cîhanê derfetên mezin digihiştin çeteyan. Pêngav sekinî û di sala 2015'an de careke din dewam kir, heta ku Til Hemîsê bi temamî hat rizgarkirin."

Zîlan di pêngava rizgarkirina Til Hemîsê de ji lingê xwe ve birîndar dibe. Têkildarî vê yekê ev tişt got: "Bi birîndarî an jî şehadeta her şervanekî/ê re hêza û berxwedana me ya li hemberî terorê zêdetir dibe." ZÎlan piştî ku tedawiya xwe bi dawî dike careke din vedigere eniyên berxwdanê.

'DIRÛŞMA ME SERKETIN AN ŞEHADET E'

Zîlan ser beşdarbûna jinan di qada leşkerî de jî got: "Li herêmê beşdarbûna jinan di qadên şer de tiştekî bû. Ruxmî nebaweriya bi hêza jinan a di qadên şer de jî lê me karibû rastî û cewherê şoreşê jinan îsbat kiriba, me serketin jî pêk anîn. Hebûna me li eniyan moralê me zêde dikir, dirûşma me 'şehadet an serketin' bû. Bi vê yekê me herêmên xwe parastin û ji terorê rizgar kirin.''

Zîlan kêliyên ku li gel xwişk û birayê xwe şer dikir jî bi bîr anîn, "Me şer dikir ne ji bo em xwe tenê biparêzin, lê me ji bo parastina civaka xwe û xaka xwe şer dikir. Ev jî moralê me di şer de bilind dikir. Me dît çawa şêniyan bi daran û çekên kevin li hemberî êrişên çeteyên Cebhet El Nusrayê şer dikirin. Baweriya me bi doza me mezin e û parastina civaka me erka me ye."

'DIVÊ EM WEKÎ GELÊ ŞOREŞGER TEV BIGERIN'

Zîlan destnîşan kir ku li dijî herêmê gef hîna hene û hîna deweta Tirk a dagirker destekê dide çeteyên DAIŞ'ê û rojane êrişa pêk tîne. Zîlan  di dawiya axaftina xwe de got: "Divê em di vê qonaxê de wekî gelekî şoreşger nêzîk bibin ku Rêber Abdullah Ocalan behsa wê dike. Divê em mezinahiya şehêdên nas bikin ku ji bo axa welatê me û ji bo parastina wê xwe feda kirine. Li hemberî êriş û gefan, her wiha ji bo jiyaneke azad û bi rûmet divê em amade bin, ji ber wekî pêkhateyên yek herêmê qedera me yek e."

(bb)

ANHA