Îbrahîm Şêxo: Efrîn kirine navenda hişbir û belavbûna nexweşiyan

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn kiriye navenda hişbir û belavkirina nexweşiyan û eşkere kir ku dagirkeran berê herikîna ava bendava Meydankê ber bi herêmên dagirkirî ve guherandiye.

Îbrahîm Şêxo: Efrîn kirine navenda hişbir û belavbûna nexweşiyan
31 tîrmeh, 2023   00:45
ŞEHBA- CÛDÎ SÎPAN

Li Efrînê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên qetilkirin, revandin, destdirêjî, talankirin, ferzkirina xeracê û birîna daran bênavber didomînin. Li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî tevlihevî tevlîhevî û şerê navbera çeteyan hema bêje rojane rû didin. Ji vê zêdetir, madeyên hişbir tên çêkirin, bikaranîn û belavkirin.

Têkildarî sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin, hiqûqnas û endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo ji ajansa me re axivî.

LI BERAMBERÎ MAYÎNA LI MALÊ XERACÊ FERZ DIKIN

Şêxo bal kişadn ser desteserkirina milkan û ferzkirina pereyan û got: "Ji destpêka ku Efrîn dagir kiriye ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên artêşa nîştimanî ya Sûriyeyê yên ku fermanên MÎT'ê  pêk tînin, binpêkirinên xwe didomînin. Dagirkeran revandin, qetilkirin, talankirin û desteserkirina milkan bes nabînin, lê belê bi rêya ferzkirina xeracê welatiyên mane jî tengav dikin."

Şêxo bi bîr xist ku çeteyên "Sultan Suleyman Şah" yên ku bi navê “El Emşat” tên nasîn, bi hinceta ku şêniyan dema simqax berhev kirine agahî nedaye wan, 40 hezar dolar xerac li 72 şêniyên gundê Kaxira yê navçeya Mobatayê ferz kir.

Şêxo diyar kir şênî li beramberî mayîna li malên xwe dolaran didin. Her wiha destnîşan kir ku zêdetirî 10 welatiyên gundê Hesê (Mîrkan) yê Mabata li beramberî ku li malên xwe bimînin, navbera 500 û hezar dolar dane. Şêxo got: "Çeteyên dagirker li du 2 malbatên ji gundê Hêkiçê her yekî hezar û 500 dolar ferz kirin, piştre ew ji malên wan derxistin."

Îbrahîm Şêxo bal kişand şerê çeteyan, bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir jî û got: "Piraniya kesên ku van karan dikin, artêşa nîştimanî ya sûrî an jî desthilata girêdayî dewleat Tirk a dagirker e. Bi vê yekê Efrîn kirin navenda bikaranîna hişbirê ku di encamê de sûcên li dijî zarokan jî têne kirin û 3 zarokan hatin tecawizkirin.''

300 NEXWEŞÊN PENCEŞÊRÊ

Şêxo da zanîn ku dagirker êşa nexweşên penceşêrê zêdetir dikin. Şêxo li ser zimanê çavkaniyên xwecih ragihand ku di navbera 200 heta 300 kesî bi penceşêrê ketine, ji sedî 65 jin û zarokan in. Her wiha diyar kir ku dagirker tedawiyê pêşkêşî nexweşên penceşêrê nakin.

Şêxo di dewama axaftina xwe de îşaret bi belavbûna nexweşî û afatan li Efrîn û herêmên dagirkirî jî kir û destnîşan kir ku nexweşî ji ber belavbûna qirêjê li kolanan çêdibin û meclisên qaşo xwecih xizmetê nakin, lê karên wan rewakirina sûcên dagirkeran tenê ye.

QUTKIRINA AVÊ

Şêxo anî ziman ku ava vexwarinê ya bendava Meydankê jî hatiye qutkirin û diyar kir ku dagirkeran li şûna ku berê herkîna ava bendavê bidin Efrînê û navçeyên wê, berê wê daye herêmên dagirkirî û Tirkiyeyê. Li gorî çavkaniyan, li Efrînê ava vexwarinê ji stêran tê kirîn.

Îbrahîm Şêxo bal kişand hewldana qetilkirina welatiyekî ku ji komkujiya Cindirêsê filitîbû jî û wiha got: "Çeteyên Ehrar El Şerqiye yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hewl da Nezmî Eşref Osman ê 19 qetil bikin û dirûşmên tolhildana ji malbata ku di şeva Newroza 2023'an de agirê Newrozê pêxistibûn, avêtin."

Îbrahîm Şêxo bêdengiya hêzên navneteweyî û hiqûqî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî vê malbatê û tevahî xelkê Efrînê şermezar kir.

(bb/c)

ANHA