​​​​​​​Rêwîtiye jinekê ya 30 salan a ji bo komkirina gotinên pêşiyan

Hewsa wê ku guhdarî gotinên pêşiyan bike û ezber bike, hişt ku rêwîtiyeke dirêj ji bo komkirina wan destpê bike. Têkildarî wê dibêje: “Ew bîr û rêbaza jiyana me ye. Ka em wê vejînin û ji nû ve bi kar bînin.”

​​​​​​​Rêwîtiye jinekê ya 30 salan a ji bo komkirina gotinên pêşiyan
31 tîrmeh, 2023   04:35
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Gotinên pêşiyan, mîraseke çandî û gelêrî ya neberçav a civakan e. Ji wan civakan, civaka kurd e ku xwedî taybetmendiyeke dagirtî ye. Bi salan e li zimanê bapîr û dabîran e. Di gelek rewşan de wê bibîr tînin. Gotinên pêşniya, bi kurt û kurmancî bîran gelan vedibêjin. Bi piranî, çîrok yan jî rewş in ku kesên din tê re derbas bûne û di dawiyê de bûne gotinên pêşiyan.

Cewher û nirxên herî bilind ên gelan nîşan dide, tecrubeyan pêşkêş dike ku mirov di jiyana xwe de sûdê jê werbigire. Li paş her meselekê çîrokek û sedemek heye.

Gotinên pêşiyan, kurt û bi kêr in ku bi devkî ji nifşekî derbasî nifşekî din bûne. Hevokên xweş û çêkirî ne. Gotinên wê di nav civakan de naskirî ne. çîroka zehmetiyeke berê û tecrubeyeke komekê vedibêjin.

Hewldanên ji bo parastina wê berdewam in. Di vê çarçoveyê de welatiya bi navê Rebîe Tirkî Zilfo (55) ji dehan salan ve, hewldanên xwe dike.

Rebîe sala 1968`an li gundê Sinceq Sedûn ê Amûdê ji dayîk bûye. Di wê demê de, li dijî gelê Kurd û çanda wî, rêbazên herî hovane yên înkarkirin û pişaftinê ji aliyê hikumeta Şamê ve dihatin kirin.

MIN JI DEFÊ DABÎRAN BIHÎSTINE

Rebîe keça malbatekê ku ji 6 keçan û 4 xortan pêk tê. Li dibistana gundê xwe heta refa 6 xwendiye.

Ji biçûkahiya ve tevî dayîka xwe di civatên jinên temenmezin de rû dine, axaftin û gotinên ku di wan civatan de dihatin gotin, bala wê dikişînin.

Bi rûyekî tije hewes kêliyên wan rojên xweş wiha anîn bîra xwe: “Balkêş û zîz bûn. Hêsan lê di heman demê de kûr bûn. Gotineke pêşiyan ji wan devan derdiket lê têrê dikir ku çîrokek xêz dikir. Ji ber wê, têkiliyeke xurt di navbera min û wan civatan de çêbû û min dest bi ezberkirina wan gotinan kir.”

30 DI KOMKIRINA GOTINÊN PÊŞIYAN DE DERBAS KIR

Ew jina ciwan, gelek gotinên pêşiyan ez ber dike û di destpêka salên 90`î de dinivîse. Ev rêwîtiya wê heta 1999`an didome lê mixabin nivîsên wê winda bûn.

Lê dîsa jî dev ji vê rêwîtiyê bernade û dîsa vedigere nivîsê.

Ji wê demê û heta niha ve derdora hezar gotinên pêşiyan di lênûska xwe de dinivîse. Biçe ku derê bi xwe re dibe. Têkildarî wê got: “Min nivîsî ji bo ji bîr nekim. Ew bîr û pûsûleya civakê ye. Divê em wê biparêzin û nifşên bê li ser wan mezin bikin.”

Tevî ku Rebîe di çend salên dawî de kirîza dil derbas dike, lê dîsa jî rêwîtiya xwe temam kir û der barê de got: “Lênûsk û pênûsa min her tim li ba min bûn. Di vê rêwîtiyê de ew dostên min bûn. Hin caran ev rêwîtî zehmet dibû ji ber ku pêwîst bi bîreke xurt heye. Hin caran gotineke pêşiyan saet 2:00`yan piştî nîvê şevê tê bîra min. Tevî tariyê lê dîsa li lênûsk û pênûsa xwe digerim û wê dinivîsim.”

XEWNA WÊ YA NEÇÛYE SERÎ!

Ji bo parastina gotinên pêşniya, Rebîe her tim lênûska xwe bi xwe re digerîne. Di her rewşekê de gotinekê ji wan gotinan dibêje. Bi rûyekî li ken jî got: “Êdî her kes dibêje Rebîe û gotinên wê yên pêşiyan di her rewşekê de yan jî gotinekê yan jî çîrokekê de heye.”

Rebîe di dawiya axaftina xwe de hin gotinên pêşiyan ku nivisîne, çima û kengî tên bikaranîn vegotin: Aqilê sivik barê giran e, golikek navê garankî xira dike, ji şîr tirsiya bif kir dew.

Rebîe hêvî kir ku hewldanên wê bi pirtûkekê tacîdar bibin.

(şx)

ANHA