​​​​​​​Rojnameyên erebî: Erdogan ji bo dosyaya avê çareseriyê pêşkêşî Iraqê nake

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser serdana serokkomarê Tirkiyeyê bo Iraqê, têkiliyên Îsraîl-Siûdiyê û rewşa Lîbyayê.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Erdogan ji bo dosyaya avê çareseriyê pêşkêşî Iraqê nake
29 tîrmeh, 2023   07:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî serdana serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a ji bo Iraqê bi sernavê “Erdogan hemwextî aloziya kûr a avê diçe Iraqê” nûçeyek weşand.

Di nûçeya rojnameyê de hat diyarkirin ku Erdogan di serdana xwe ya ji bo Iraqê de, di serî de dosyaya avê û dosyaya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), dê gelek dosyayan nîqaş bike. Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku nakokiyên Iraq-Tirkiyeyê yên têkildarî avê ji ber nezelaliya qanûnên navneteweyî, salên dirêj dewam dike. Her wiha hate gotin “Çareseriyên ku Erdogan dikare ji bo çareserkirina vê aloziyê pêşkêş bike, ne xwedî bingeheke zelal in.”

TÊKILIYÊN ÎSRAÎL-SIÛDIYÊ

Rojnameya El Ereb jî cih da dosyaya nêzîkbûna Îsraîl-Erebistana Siûdî. Li gorî rojnameyê, çavdêrên kar û barên Rojhilata Navîn dibêjin serdana şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan a vê dawiyê ji bo Erebistana Siûdî girêdayî lihevkirine mezin a têkildarî normalîzekirina Îsraîl-Siûdiyê ye ku ev demeke dirêj e amadekarî jê re tên kirin. Li gorî nûçeya rojnameyê, Erebistana Siûdî ji bo normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê re gelek şert danîne; îmzekirina lihevkirineke parastinê ya fermî bi Amerîkayê re, piştgirîdayîna Washingtonê ya bernameya nukleerê ya ji bo Siûdiyê û hêsankirina gihaştina baştirîn pergala çekan a Amerîkayê.

ALOZIYA LÎBYAYÊ

Rojnameya El Beyan jî bal kişand ser têkiliya di navbera Meclisa Nûneran a Lîbyayê û şandeya NY`yê ya ji bo piştevaniya Lîbyayê û di nûçeya xwe de wiha nivîsî:

“Ev têkilî ketiye pêvajoyeke nû. Gelek îhtimal hene, mîna bidawîkirina diyalogê. Nexasim piştî ku meclisê nexşerêya ji ‘Komîteya 6+6’ derketiye, esas girt. Nakokiyên şandeya navneteweyî yên bi Meclisa Nûneran û Komîteya 6+6 re xizmeta taloqkirina çareseriya siyasî û bi taybet mijara hilbijartinan dikin.”

(c)