​​​​​​​DAIŞ`ê 3 şivan revandin

Çeteyên DAIŞ`ê li gundewarên Dêrazorê 3 şivan revandin, 400 serî pez dizîn û traktorek şewitand.

​​​​​​​DAIŞ`ê 3 şivan revandin
29 tîrmeh, 2023   06:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên DAIŞ`ê li nêzî bajarokê Medan Etîq ê rojavayê Dêrazorê (yê di bin serweriya hikumeta Şamê de) 3 şivan revandine, nêzî 400 serî pez dizîne û traktorek şewitandiye.

Hat ragihandin ku çete piştre ber bi cihekî nediyar ve reviyane.

Di 16`ê Nîsanê de jî çeteyên DAIŞ`ê li bajarokê Beqres ê rojhilatê Dêrazorê 4 welatî kuştibûn, 2 şivan revandibûn û pezê wan dizîbû.

(c)