​​​​​​​Ji Hesekê dîmenên biêş

Şêniyên bajarê Hesekê zehmetiyên peydakirina ava vexwarinê dikişînin. Şênî di saetên sibehê de ji bo peydakirina ava vexwarinê dikevin liv û tevgerê.

​​​​​​​Ji Hesekê dîmenên biêş
​​​​​​​Ji Hesekê dîmenên biêş
​​​​​​​Ji Hesekê dîmenên biêş
​​​​​​​Ji Hesekê dîmenên biêş
​​​​​​​Ji Hesekê dîmenên biêş
​​​​​​​Ji Hesekê dîmenên biêş
​​​​​​​Ji Hesekê dîmenên biêş
​​​​​​​Ji Hesekê dîmenên biêş
​​​​​​​Ji Hesekê dîmenên biêş
29 tîrmeh, 2023   03:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji dema ku bajarê Serêkaniyê dagir kiriye ve, dewleta Tirk û çeteyên wê ava stasyona Elokê li ser kantona Hesekê qut dike.

Dewleta Tirk a dagirker stasyona Elokê ya ku ava vexwarinê dide mîlyon û nîv mirovên li Hesekê wekî çekekê li dijî şêniyên herêmê bi kar tîne.

Li gel bilindbûna pileya germê ku dighêje 47'an, şêniyên bajarê Hesekê zehmetiyên peydakirina ava vexwarinê dikişînin. Hinek şênî avê bi rêya erebeyên zarokan, hinekên din bi alavên veguhestina sebzeyan û hinekên din jî bi kursiyên astengdaran avê dikişînin.

Girînendeya Avê ya Kantona Hesekê di 3'ê Tîrmehê de bajarê Hesekê wekî bajarekê karesatî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 36 caran av li ser wê qut kiriye.

Şêniyên bajar rojane ji saetên sibehê ve şiyar dibin da ku ji sarîcan ava vexwarinê bikişînin.

(bb)

ANHA