ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-07-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-07-2023
28 tîrmeh, 2023   23:00

- Rêber Abdullah Ocalan "Bi Lozana civakî re dê hemû beşên civakê demokratîk bibin. Îro zemînek ji vê re jî heye. Divê Kurd ji Lozana civakî re baş amade bin. Bi vê Lozana civakî re Kurd dê pêşengiyê ji demokratîkbûyînê re bikin. Kurd, bi rengekî komî, wek civak mîna ku amadekariya şerekî dikin divê xwe ji Lozana civakî re amade bikin." (BI WÊNE).

- Jinên taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê nameyên gefxwarinê yên ji Rêber Abdullah Ocalan re hatine şandin, red dikin û got "Em ê ji bo Rêberê xwe şer bikin, azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yusra Derwêş keça welatê agir û rojê ye, pêşenga dem û kêliyên zehmet e. Yek ji stûnên avakirina qada perwerde û fêrkirinê ya zimanê dayikê ye û hevrêya Hevrîn, Zeyneb, Jiyan û Sosin e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Kobanê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê temamkirina Peymana Lozanê ya li dijî gelê Kurdistanê ye û PDK bi hevkariya di van êrişan de di pişta Kurdan de xencerek e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Hesekê zehmetiyên peydakirina ava vexwarinê dikişînin. Şênî di saetên sibehê de ji bo peydakirina ava vexwarinê dikevin liv û tevgerê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberê Bendava Rojava (Tişrîn) Hemûd El Hemadîn diyar kir ku ji ber qutkirina avê Çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, ji sedî 85’ê ava depoya golên li ser çem ji dest dane. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîna Şanoyê ya Tevgera Çand û Hunerê ya Efrîn-Şehbayê li Şehbayê perwerdeya şanogeriyê da destpêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Amûdê şehîdên meha Tîrmehê bi bîr tînin. Bîranîn li nivîsgeha PYD'ê tê lidarxistin, saet 09:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Xelkê navçeya Tirbespiyê şehîd Mihemed Feysel Omer (Dijwar) li Goristana Şehîd Dilşêr oxir dikin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo piştgiriya xelkê Hesekê, Komîteya Şaredariyan a Meclisa Kantona Qamişloyê sarîcên avê dişîne bajarê Hesekê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê cenazeyên şehîdên YPJ'ê Hîba Bekir, Emîna Silêman, Bêrîvan Xelef û Hesna Mihemed li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê vedişêrin, saet 17:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Kantona Qamişloyê merasîmê çilrojiya şehadeta Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tûma li Goristana Şehîdên Suryan a Qamişloyê û Goristana Şehîd Îsmaîl a Amûdê li dar dixe, saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA