Şervanê QSD'ê Mihemed Omer di encama qezayekê de şehîd bû

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Mihemed Feysel Omer di encama qezayekê de şehîd bû.

Şervanê QSD'ê Mihemed Omer di encama qezayekê de şehîd bû
28 tîrmeh, 2023   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya QSD'ê bi vî rengî ye:

''Rêhevalê me, Mihemed Omer di dema perwerdeya leşkerî de di encama qezayekê de şehîd bû.

Tevî ku hevrêyê me yê şehîd nû tevlî hêzên me bû jî, bi rihê rêhevaltiyê yê bilind, bi talîmat û dîsîplînê ve girêdayî, bi lez û bez di pêkanîna erkên xwe de dihate naskirin.

Em ji malabata şehîd Mihemed re sersaxiyê dixwazin, di heman demê de teqez dikin ku em ê  bi biryardarî meşa şehîdan temam bikin heta xewn û armancên wan a avakirina welatek aram û ewle bi cih bînin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Mihemed Omer

Nav û paşnav: Mihemed Feysel Omer

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Qamişlo / 2001

Cih û Dîroka Şehadetê: Girkê Legê – 27'ê Tîrmeh 2023'an."

(bb)