Di êrişa li Til Merûfê de 3 kes şehîd bûn û 2 din jî birîndar bûn

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişa îro li Til Merûfê daxuyaniyek da û eşkere kir ku di êrişê de 3 kes şehîd bûn û 2 kesên din birîndar bûn.

Di êrişa li Til Merûfê de 3 kes şehîd bûn û 2 din jî birîndar bûn
27 tîrmeh, 2023   18:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di êrişa li ser rêya di navbera gundê Xezne û bajarokê Til Merûfê de 3 kes şehîd bûne û 2 kesên din birîndar bûne.

Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: “Di berdewamiya êrişên Tirkiye li ser deverên me, îro 27`ê Tîrmehê, balafirên bêmirov ên dagirkeriya Tirk 2 erebe li ser rêya di navbera gundê Xezne û bajarokê Til Merufê kirin armanc. Di encamê de 3 kes şehîd bûn û 2 din jî birîndar bûn.”

Hêzê da zanîn ku dê demên pêş de agahiyên dîtir têkildarî êriş parve bike.

(şx)