Çeteyan welatiyek qetil kir û bi cenazeyê wî lîstin

Li bajarê Marê yê dagirkirî çeteyên Enqereyê welatiyek qetil kir û bi cenazeyê wî lîstin.

Çeteyan welatiyek qetil kir û bi cenazeyê wî lîstin
27 tîrmeh, 2023   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dîmenekî ku ji bajarê Marê yê dagirkirî yê gundewarê bakurê Helebê hatiye kişandin de, çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek qetil kir û bi cenazeyê wî dilîzin. Çeteyan di dema pêkanîna vî sûcî de xwestin kişandina dîmen were sekinandin.

Bikarhînerên medyaya dîjîtal bertekên tund nîşanî vî sûcî da û gotin, çeteyên dewleta Tirk li ser şopa DAIŞ'ê dimeşin.

(bb)