Şehîdên Komkujiya Til Eran û Til Hasilê hatin bibîranîn

Li Şehba û Minbicê şehîdên Komkujiya Til Eran û Til Hasilê hatin bibîranîn û bang li NY′yê hat kirin ku dosyayên berpirsên komkujiyê rakin dadgeha navneteweyî.

Şehîdên Komkujiya Til Eran û Til Hasilê hatin bibîranîn
27 tîrmeh, 2023   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 27′ê Tîrmeha 2013′yan de li dijî xelkê gundên Til Eran û Til Hasilê komkujî pêk anî. Di komkujiyê de di nav de jin û zarok zêdetirî 50 kes şehîd bibû.

MINBIC

Di salvegera komkujiyê de Nivîsgeha Koçberên Şehba û Efrînê ya li Minbicê daxuyaniyek da û şehîdên komkujiyê bi bîr anîn. Endama rêveber a nivîsgehê Bêrîvan Mehmûd bi beşdariya endamên nivîsgehê, meclisên sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, koçberên Til Eran û Til Hasilê li pêş navenda nivîsgehê ya li Minbicê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em di salvegera 10′emîn a komkujiyê de berxwedan û têkoşîna ciwanên li hember DAIŞ′ê, Cebhet El Nusra û hevkarên wan bi çekên ferdî li ber xwe dane, bi bîr tînin. Wan ciwanan lehengiyek mezin nîşan da û tirs xist dilê êrişkaran.”

Di daxuyaniyê de soz da malbatên şehîdan ku ew ê ji bo cezakirina sûcdaran û dadgehkirina wan ji aliyê gel ve, têkoşînê bidomînin. Her wiha bang li aliyên hiqûqî, mirovî û saziyên NY′yê hat kirin ku vê dosyayê rakin dadgeha navneteweyî û li ser sûcên ku li Sûriyeyê pêk anîne, hesab ji dewleta Tirk bipirsin.

ŞEHBA

Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê jî têkildarî heman mijarê li Kampa Serdemê ya navçeya Ehdasê ya Şehbayê daxuyaniyek da. Hevseroka Meclisa Navçeya Fafînê Zehra Kalo bi beşdariya endamên meclis, sazî û yekitiyên sivîl ên li kantona Efrîn û Şehbayê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bal li ser bandorên aloziya Sûriyeyê li civakê hat kişandin û hat gotin: “Civaka Sûriyeyê ji ber zihniyeta etnîkî û olî ya radîkal gelek êş kişand. Gelek komkujî li dijî wan pêk hatin. Para herî mezin ji wan komkujiyan jî a Kurdan bû ku bi destê komên îslama radîkal pêk hatin. Komkujiya li Til Hasil û Til Eranê jî yek ji wan komkujiyan bû.”

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî, mirovî û NY′yê hate kirin ku berpirsên komkujiyê û berpirsên sûcên rojane yên li dijî xelkê bajarê Efrînê yê dagirkirî, ceza bikin. Bang li gelê herêmê jî hat kirin ku li hember van kiryaran bibin yek.

(fr/c)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bE5LDhahMqU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>