Li Tirbespiyê bîranîna şehîdên mehên Hezîran û Tîrmehê

Şêniyên navçeya Tirbespiyê 46 cangoriyên azadiyê yên di mehên Hezîran û Tîrmehê de şehîd bûne bi bîr anîn.

Li Tirbespiyê bîranîna şehîdên mehên Hezîran û Tîrmehê
Li Tirbespiyê bîranîna şehîdên mehên Hezîran û Tîrmehê
Li Tirbespiyê bîranîna şehîdên mehên Hezîran û Tîrmehê
Li Tirbespiyê bîranîna şehîdên mehên Hezîran û Tîrmehê
Li Tirbespiyê bîranîna şehîdên mehên Hezîran û Tîrmehê
Li Tirbespiyê bîranîna şehîdên mehên Hezîran û Tîrmehê
Li Tirbespiyê bîranîna şehîdên mehên Hezîran û Tîrmehê
27 tîrmeh, 2023   12:03
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê ji bo 46 cangoriyên azadiyê yên di mehên Hezîran û Tîrmehê de li deverên cuda şehîd bûne, merasîma bîranînê li dar xist.

Merasîm li hola PYD'ê ya navçeyê bi beşdariya bi sedan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê, nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê şehîdan de, wêne û dîmenên şehîdên hatine bibîranîn, hatin temaşekirin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Welat Zeredeştî axivî, bal kişand ser rola şehîdan di  parastina gel û welatê xwe de û wiha domand: "Em li vir kom bûne da ku teqez bikin ku em ê têkoşîna ji bo parastina destkeftiyên xwe bidomînin."

Zeredeştî anî ziman ku divê her ferdek li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û komployên li ser gelên herêmê têkoşînê berdewam bike.

Di dawiya bîranînê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û dirûşma "Şehîd namirin" hate berzkirin.

(bb)

ANHA