Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdana parêzeran

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevîdtina bi muwekîlên xwe yên li Îmraliyê re serlêdaneke din kir.

Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdana parêzeran
27 tîrmeh, 2023   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlên xwe Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin hevdîtinê pê re bikin hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê nikarin bersivê werbigirin.