Rêxistina Sara têkildarî qetilkirina Rewaa daxuyanî da

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan şaxê Helebê qetilkirina ciwana bi navê Rewaa şermezar kir.

Rêxistina Sara têkildarî qetilkirina Rewaa daxuyanî da
27 tîrmeh, 2023   12:12
 HELEB

Ciwana bi navê Rewaa Muslih El Uweyd (21) 25`ê Tîrmehê li navçeya Til Koçerê ji aliyê birayê xwe ve hatibû qetilkirin.

Rêxistina Sara têkildarî mijarê bi beşdariya endamên xwe û nûnerên rêxistinên jinan ên li Helebê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku cezayên giran li sûcdar bên birîn û dawî li kiryarên der exlaqî yên li dijî jinan bê anîn.

Hat destnîşanirin ku tundiya li dijî jinan, yek ji binpêkirinên mafên mirovan ên herî zêde di vê demê de belav e û têkildarî xeteriya tundiyê li ser jin, zarok û civakê hişyarî hat dayîn.

(c)

ANHA