10 sal di ser Komkujiya Til Hasil û Til Eranê re derbas dibin

Dengên tekbîran ji mizgefta gundê Til Hasilê bilind dibe û dûre ji heman mizgeftê bangeke din tê; "Kurd kafir in, jin, zarok û pereyên wan ji me re helal in!" Bi vê yekê komkujiya li bajarokê Til Eranê bi beşdariya komên çete yên girêdayî PDK′ê pêk hat.

10 sal di ser Komkujiya Til Hasil û Til Eranê re derbas dibin
26 tîrmeh, 2023   00:45
QAMIŞLO

Komkujiyeke li dijî gelê Kurd jî komkujiya li gundê Til Hasil û bajarokê Til Eranê yên li rojhilatê Helebê bû ku hêzên hewl didin Peymana Lozanê li dijî Kurdan temam bikin, pêk anî.

Îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker bi serçeteyên komên çeteyan re di 24′ê Hezîrana 2013′yan de li Dîlokê li hev civîn. Di wê civînê de, li gorî welatiyê bi navê Cuma Kalo yê ji gundê Til Hasilê ye û niha jî li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê bi cih bûye û yek ji rizgarbûyiyên komkujiyê ye, biryar hate dayîn ku komkujiyekê pêk bînin.

Nêzî 30 komên çete; Cebhet El Nusra bi piştgiriya çeteyên DAIŞ′ê û komên qaşo Meclisa Leşkerî ya Helebê, komkujî pêk anî.

ROLA PDK`Ê DI KOMKUJIYÊ DE

Cuma Kalo aşkera kir ku wî bi çavên xwe dît ku komên çeteyên beşdarî komkujiyê bûne ala PDK′ê hildabû.

Têkildarî pirsa ev komên çete kî ne, Kalo wiha got: "Ev kom; Lîwa Yûsif El Ezme, tûgaya Selahedîn, Neviyên Selahedîn, Komala, Cebhet Îslamiyê ya Kurd, Tûgaya Azadî û di nava Ehrar El Şerqiyê de bi navê Lîwa Kurd tê naskirin."

KOMKUJÎ…

Di 27′ê Tîrmeha 2013′yan de ku 19′ê Remezanê bû, berêvarê dema welatiyên gundê Til Hasilê yê li başûrê rojhilatê Heleb nimêj dikir, komkujiyê dest pê kir.

Li gorî Kalo, komên çete kesên di mizgefta gundê Til Hasilê de dorpêç kirin û revandin û hilgerîn ser dika mizgeftê û tekbîr avêt û gotin "Kurd kafir in, jin, zarok û pereyên wan ji me re helal in!"

Çeteyên navenda Cebhet El Ekrad ku vala bû, dorpêç kir, gule avêtin û rêya di navbera Til Hasil û Til Eranê de girtin, gelek welatiyên qetil kirin û welatiyên li Til Eranê kel û pel dikirin û hewl didan vegerin Til Hasilê revandin.

Di wê kêliyê de, şêniyan parastina xwe kir û di navbera wan û komên çeteyan de şer derket û kuştî çêbûn. Lê dema komên çeteyan dît ku berxwedaneke mezin heye, ji mizgefta Til Hasilê ve bi rêya speakeran bang kir û daxwaza agirbestê kir û got, "Remezan meha rojiyê ye."

Li ser vê yekê Kalo wiha domand: "Komên çete niyet nedikir ku êrişê bisekinînin, lê xwestin demê qezenc bikin heta teqwiyê ji wan re tê. Bi wê re nêzî 10 hezar çete ji bo teqwiyeyê gihaştin wir. Bi hatina van çeteyan re careke din komên çete êrişên xwe yên barbarî û hovane zêde kirin."

Kalo anî ziman ku di roja duyemîn de, beşeke mezin ji şêniyan neçar ma ji Til Eran û Til Hasilê derkeve. Ew jî piştî komên çete zêdetirî 30 welatî di nav de zarok û jin kuştin, bi hezaran revandin pêk hat. Lê piştî 9 mehan ew berdan û hîna heta vê kêliyê çarenûsa 5 revandiyan nayê zanîn. Lê dibe ku çeteyan ew qetil kiribin.

Kalo yê ku di 28′ê Tîrmeha 2013′yan de ji Til Hasilê derketiye, wiha got: "Komkujî 2 rojan dewam kir. Lê welatiyên Til Hasil û Til Eranê heta 1′ê Tebaxa 2013′yan nikarîn derketana. Heta 1′ê Tebaxê komkujiyê dewam kir û di wê navberê de komên çete di 30′yê Tîrmehê de 50 welatî û di 1′ê Tebaxê de nêzî 20 welatî qetil kirin. Bi doçkeyên li ser erebeyan ew welatî qetil kirin.

Bi nebûna bîlançoyeke fermî li ser hejmara qurbaniyên komkujiyê, li gorî kesên ji komkujiyê rizgar bûne, tê texmînkirin ku hejmara qurbaniyan zêdetirî 100’an e. Lê tu aliyekî hiqûqî yê navneteweyî ew komkujî nexist rojeva xwe û tu gavên berbiçav ku sûcdarên komkujiyê û aliyên li pişt wan ceza bikin, pêşkêş nekirin.

DI DEMA KOMKUJIYÊ DE HÊZÊN HIKUMETA ŞAMÊ ÇI KIR?

Hêzên hikumeta Şamê li nuqteyên nêzî Til Hasil û Til Eranê bûn û van hêzan ji şêniyên Til Hasil û Til Eranê re got an hûn ê radest bibin an jî hûn ê bi tenê li hember çarenûsa xwe bisekinin.

Şêniyan radestbûna ji hêzên hikumeta Şamê re red kir û wan jî ew li hember komkujiyê hiştin.

Di saetên destpêkê yên komkujiyê de tora telefonan a Sûriyeyê li Til Hasil û Til Eranê sekinî û şêniyan nikarî xwe bigihanda hev. Kalo li ser vê yekê dibêje ev qutbûna xetên telefonê ne tesadufek bû.

PIŞTÎ KOMKUJIYÊ

Piştî komkujiyê komîteyeke lêpirsîna komkujiyê ji 9 endamên nûnertiya partiyên Kurdan dikin û tê de jî PDK′ê hebû, hate avakirin.

Ev komîte bi komîteya ji 3 endamên ji şêniyên Til Hasil û Til Eranê pêk tê re civiyan. Komîteyê belgeyên li ser komkujiyê ji nûnerên partiyên Kurdan re rakirin û wan partiyan jî ji bilî PDK′ê ku komkujî nas nekir, komkujî şermezar kir. PDK′ê got di navbera komên çekdar de pevçûnê rû da. Bi wê yekê hewl da xwe ji komkujiyê rewa bike û rola komên çeteyan ên girêdayî wê di vê komkujiyê de veşêre.

PIŞTÎ WÊRANKIRINÊ HIKUMETA ŞAMÊ TIL HASIL Û TIL ERANÊ KONTROL DIKE

Piştî nêzî 4 mehan di ser komkujiyê re derbas bû, hêzên hikumeta Şamê bi bermîlên teqemeniyê êrişî Til Hasil û Til Eranê kir, di encamê de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest da û wêraniyeke mezin çêbû.

Kalo anî ziman ku di navbera hêzên hikumeta Şamê û komên çeteyan de pevçûn û şer çênebû, lê ew yek kiryara radestkirin û radestbûnê di navbera hikumeta Şamê û komên çeteyan de bû.

Kalo wiha got: "Hêzên rejîmê mal û milkên şêniyan talan kirin."

REWŞA NIHA YA TIL ERAN Û TIL HASILÊ

Li gorî Cuma Kalo, bajarokê Til Eran û gundê Til Hasilê niha di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de ne, tenê hejmareke pir hindik kal û pîr lê hene.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7fh5lx0O52k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>