3 leşkerên hikumeta Şamê li derdora gundê Bênê birîndar bûn

Di topbarana dewleta Tirk a dagirker li derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê de, 3 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

3 leşkerên hikumeta Şamê li derdora gundê Bênê birîndar bûn
25 tîrmeh, 2023   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me eşkere kirin, dewleta Tirk a dagirker bendeke hêzên hikumeta Şamê ya li derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran kir.

Di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn. Lê agahiyên din der barê rewşa wan de nehatin bi destxistin.

(şx)

ANHA