QSD`ê têkildarî fîtneya li Dêrazorê dest bi lêpirsînê kir

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê destnîşan kir ku fermandariya giştî perspektîf daye ku lêpirsîneke bilez têkildarî bûyerên derxistina fîtneyê li Dêrazorê dest pê bibe. Her wiha bang kir ku berjewendiya nîştimanî di ser her tiştî re bê girtin.

QSD`ê têkildarî fîtneya li Dêrazorê dest bi lêpirsînê kir
25 tîrmeh, 2023   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin: “Fermandariya giştî ya hêzên me têkildarî derxistina fîtneyê li Dêrazorê, perspektîf da ku lêpirsîneke bi lez were destpêkirin. Saziyên têkildarî erkdar kirin ku kesên destê wan di vê bûyerê de hene bigirin û radestî dadgeha têkildar bikin.

Em dê li hember mîna van kiryaran bê bertek nemînin ku li ser ewlehiya herêmê gef in. Divê em berjewendiya nîştimanî di ser her tiştî re bigirin.”

(şx)