Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din serlêdaneke nû

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke nû kir.

Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din serlêdaneke nû
25 tîrmeh, 2023   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzer ji bo karibin Rêber Abdullah Ocalan bibînin hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê bersivekê nikarin werbigirin.