Li Seyde Zeyneb teqîn: 2 birîndar

Li bajarê Seyde Zeyneb a gundewarê Şamê motorsklêtek teqiya. Ji ber teqînê du kes birîndar bûn.

Li Seyde Zeyneb teqîn: 2 birîndar
25 tîrmeh, 2023   11:55
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li Çerxerêya Rewda ya bajarê Seyde Zeyneb a gundewarê Şamê motorsklêtek teqiyaye. Hat ragihandin ku di teqînê de 2 kes birîndar bûne û zirarên madî çêbûne.

Ajanseke girêdayî hikumeta Şamê jî li gorî Fermandariya Polîsan a gundewarê Şamê heman agahî piştrast kirin.

(c)