Meclisa Girê Spî hişyar li ser encamên dersînorkirinê da

Meclisa Kantona Girê Spî hişyarî li ser siyaseta dersînorkirina penaberên Sûriyeyê ji xaka Tirkiyeyê ber bi kantona Girê Spî ya dagirkirî ve bi armanca bicihkirinê, da û got armancên wê yên xeternak di aliyê guhartina demografiya herêmê û pêkanîna hedefên dewleta Tirk li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî hene.

Meclisa Girê Spî hişyar li ser encamên dersînorkirinê da
24 tîrmeh, 2023   04:28
EYN ÎSA

Di vê dawiyê de dersînorkirina penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê bi armanca bicihkirina wan li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê, zêde bûye. Vê mehê kiryara dersînorkirinê gihaşt asteke bilind.  Armanca wê ya sereke jî, guhertina demografîk, tirkkirina herêmên dagirkirî ye.

Ji destpêka îsal ve, bi hezaran penaberên sûriyeyî ber bi herêmên dagirkirî ve hatin dersînorkirin. Hemwextî wê, dewleta Tirk a dagirker siyaseta xwe ya mêtinger bi hevkariya komeleyên ixwanî, pakistanî û çeçnistanî û heta kendavî didomîne. Nemaze ku gelek avahiyên mêtingehiyê li kantona Efrînê ya dagirkirî û li gelek herêmên din ên dagirkirî hatin avakirin.

Di vê mehê de, zêdetirî 250 penaberên sûriyeyî bi rêya deriyê sînor ê Girê Spî ber bi kantona dagirkirî ve hatin dersînorkirin. Dewleta Tirk a dagirker di hefteya yekemîn a Tîrmehê de 160 penaber ku piraniya wan ji Hema, Heleb, Idlibê û bajarên din in, dûre 42 penaberên din ji Tirkiyeyê dersînor kirin. Di hefteya borî de jî 4 malbat û gelek ciwan dersînor kirin, da ku wan li kantona Girê Spî ya dagirkirî bi cih bike.

Li gorî çavkaniyekî xwecih ji kantona dagirkirî, dewleta Tirk a dagirker wan penaberan di malên koçberên resen ên kantonê de bi cih dike. Milkên wan desteser dikin bi taybet zeviyên çandiniyê û bi hevkariya çeteyan diçînin.

/kr/uploads/files/2023/07/23/185201_.webp

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê spî Heza Mihemed hişyarî li ser encamên siyasetên bicihkirinê li kantonê û guhartina demografiya herêmê da û got dewleta Tirk ji bo timayên xwe ku van herêman tev li împratoriya ku îdia bike, pêk tîne.

Mihemed destnîşan kir ku desthilatên Tirkiyeyê penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê li gorî rojeveke plankirî dersînor dikin da ku wan di mal û milkên koçberên resen de, ku di êrişa 9′ê Cotmeha 2019′an de dagir kirine, bi cih bikin.

Mihemed, belavkirina fikra tundrew û pêkanîna planên bicihkirinê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çetyên wê ve û bi hevkariya komeleyên ixwanî yên kuwêtî, qeterî û herêmî yên din şermezar kirin.

Mihemed bang li hêzên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û siyaseta dewleta Tirk a dagirker a têkildarî dersînorkirina penaberên sûriyeyî û bicihkirina wan li herêmên dagirkirî li ser hesabê niştecihên resen ên koçber bûne, rawestîne û piştî derxistina dagirkeriyê, vegereke ewle ji penaberan re peyda bikin.

Ji dema desthilatên Tirkiyeyê ji Nîsana 2022′yan de ragihand ku ew ê nêzî milyonek penaberên Sûriyeyê dersînorî herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê bikin, ajansa me belge kir ku zêdetirî 22 hezar penaber ber bi kantona Girê Spî ya dagirkirî ve hatine dersînorkiirn.

(şx)

ANHA